19:15 25 Nîsan 2018
    Efrîn

    ‘Banga min ji bo kurdan çi dibe bila bibe Efrînê tenê nehêlin'

    © AFP 2018 / Ahmad Shafie Bilal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Abdulhakim Günaydın
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 91

    Siyasetmedar û parlamenterê CHPê (SHP) yê Meletî yê berê Îbrahîm Aksoy armanca operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê û sekna kurdan a li dijî operasyonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir.

    Siyasetmedar û parlamenterê CHPê (SHP) yê Meletî yê berê ku demekê Sekreteriya Giştî ya DEPê jî Îbrahîm Aksoy armanca operasyona artêşa tirk a li hemberî Efrînê û sekna kurdan a li dijî operasyonê ji ajansa Spûtnîk Kurdistanê re şîrove kir. Li gor Aksoy, dengê Kurdistana serbixwe tê, lewma Tirkiye li hemberî Efrînê dest bi operasyoneke leşkerî kir.

    ‘ARMANCA OPERASYONA EFRÎNÊ ASTENGKIRİNA DAXWAZA SERXWEBÛNÊ YE'

    Parlamenterê kurd Îbrahîm Aksoy got: "Tirkiye her dem polîtîkaya xwe li ser dijminantiya kurdan ava kiriye. Ev operasyona li hemberî Efrînê jî ji vê dijminantiyê tê. Şexs ferq nakin, îro li desthilatiyê kî hebûna wê ev êriş pêk bihata. Çima? Ji bo ku niha li başûr dengê Kurdistanê serbixwe tê. Sînorê wê ji Dîcleyê hetanî heramê Efrînê diçe. Erdogan bixwe jî berî operasyonê bi rojekê ev yek eşkere kir û got ‘em bi birayên xwe yên ereb û misilman re nahêlin korîdora kurdî vebe'.

    ‘OPERASYONA RASTERAST LI DIJÎ KORÎDORA KURDÎ YE'

    Îbrahîm Aksoy di axaftina behsa armanca operasyonê kir û got: "Du armancên operasyona leşkerî ya li dijî Efrînê hene. Ya pêşî, 30 grûbên terorîst berhev kirin û ji wan hêza Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ava kir û xwest bi vê hêzê rê li ber korîdora kurdî ku digihîje Deryaya Spî bigre. Ya din jî dixwaze rêvebiriyeke ku di bin desthilatiya wê de be û bikaribe ji bo armancên xwe bide xebitandin li ser sînorê Rojava bi cih bike. Planeke wiha ne di ajanda Rûsyayê de ne jî di ajanda cihanê de heye. Li gor qenaeta min Tirkiye bi êrişa Efrînê xwe avêt teqanekê û yek dostê ku destê xwe dirêj bike û wê ji teqanê derxîne jî tineye. Bi tena serê xwe ye."

    ‘HEMÛ KURD WÊ DI VÊ OXIRÊ DE CANÊ XWE FEDA BIKIN'

    Aksoy di berdewamiya axaftina xwe de got: "Li hemberî vê helwesta Tirkiyeyê divê kurd heşê xwe bidin serê xwe û bêjin em dixwazin Kurdistana serbixwe ava bikin û li Kurdistanê serbixwe bijîn. Divê kurd avans û cesaretê bidin dewletên dost ku piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dikin. Ma ewropî yê werin ji û kurdan bêjin hûn dixwazin bi kî re bijîn. Ev polîtîkayeke şaş e. Ewropî jî û dewletên dost jî piştgiriya dewleta kurdî dikin û divê daxwaza kurdan jî avakirina dewleteke serbixwe be. Dibe artêşa tirk têkeve axa Efrînê, lê ez bawer nakim têkeve navendê. Ji bo ku kurd wê li ber xwe bidin û hemû jî dê canê xwe di vê rê de feda bikin. Tirkiye li Efrînê nikare bi sed hezaran kurd bikuje û daxwaza wan a serxwebûnê bişkîne û herêmê teslîmî ASAyê bike. Dinya wê li hemberî vê bêdeng nemîne û namîne jî."

    Efrîn
    © AFP 2018 / George OURFALIA
    ‘KURDÊN XWEDÎ WIJDAN DIVÊ DENGÊ XWE NEDIN ERDOGAN'

    Siyasetmedarê kurd di dirêjiya axaftina xwe de got: "Em dizanin di armanca lidarxistina operasyonê de hisabê navxweyî yên wek hilbijartinan jî heye. Lê ji xeyrî hilbijartinan meseleya Riza Zarrab derket holê û di meha nîsanê de wê dîsa were rojevê, lê her kesî meseleya Zarrab ji bîr kir. Belgeyên Manê derketin holê ew jî bi millet dane jibîrkirin. Em dibînin bê bi êrişa ser kurdan çawa hemû tirkan tÎne cem hev. Operasyonê ev hemû bûyerên girîng dane jibîrkirin. Ev tenê ne bi mijara hilbijartinan ve girêdayî ye. Eger bi meseleya hilbijartinan ve girêdayî be, kurdên ku piçekî wijdan û îman di dilê wî de hebe dengê xwe nade Erdoganê ku diçe biryarê wî yê kurd li Efrînê dikuje. Divê kurd jî hisabê xwe yê wijdanî bikin."

    ‘KURDÊN EFRÎNÊ TENÊ NEHÊLIN'

    Îbrahîm Aksoy bangî kurdan kir û got: "Ji îro pê ve divê kurd cudabûn û dijminantiyê deynin aliyekî û bi daxwaza Kurdistaneke serbixwe hev himêz bikin. Li gor qenaeta min ev daxwaza hemû gelê kurd ji partî û rêvebiran e. Em dikarin bêjin cihan jî daxwaza tiştekî wiha ji kurdan dike. Ez çapemeniyê ji çend zimanan dişopînim û ti milletekî cihanê nema ku piştgiriya xwe ji bo serxwebûnê ranegihand. Extiyarê 70-80 salî ji bo here şerê efrîniyan serî li şaxa leşkeriyê dide. Ma efrîniyan çi ji kê kiriye? Divê kurd jî vê bikin û serî li şaxa leşkerî ya Efrînê bidin. Banga min ji bo kurdan, daxwaza welatekî serbixwe bikin û çi dibe bila bibe kurdên Efrînê tenê nehêlin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Piştî Şivan Perwer Hozan Birader jî ji bo Efrînê stran got: Ez Efrîn im!
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Etîketan:
    Operasyona Efrînê, Parlamenterê SHPê, Îbrahîm Aksoy, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de