19:08 25 Nîsan 2018
    Polîs - binçavkirin

    Li Enqereyê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî gelek kes hatin binçavkirin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin, hat hînbûn ku binçavkirin bi hinceta parvekirinên medyaya civakî hatine kirin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de şêwirmenda Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag Songul Akbay û ji Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Cevahir Canpolat jî heye.

    Li gor nûçeya Cumhuriyetê bi hinceta parvekirinên medyaya civakî li Enqereyê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin. Di nav kesên ku hatin binçavkirin de şêwirmenda Hevseroka HDPê Figen Yuksekdag Songul Akbay û ji Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Cevahir Canpolat jî hebû. Polîsan serê sibehê bi ser mala şêwirmenda Hevseroka girtî ya Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Figen Yuksekdag Songul Akbay de girt. Piştî lêgerîna malê Akbay hat binçavkirin.

    Ji aliyêdin ve gelek navêndin bi hinceta parvekirinên li ser medyaya civakî hatin binçavkirin. Ji Komeleya Çandê ya Pir Sultan Abdal Cevahir Canpolat jî di nav kesên ku hatin binçavkirin de bû.

     

    Bi heman mijarî:

    Rojnameger Oktay Candemir hat binçavkirin
    Li Amedê 4 kes ji ber xutbeya derbarê Efrînê de hatin binçavkirin
    Li Samsunê ji ber operasyona Efrînê 3 kes hatin binçavkirin
    Ji parvekirinên Efrînê li Sêrtê 10 kes hatin binçavkirin
    Rojnamegerekî din ji ber parvekirinên Efrînê hat binçavkirin
    Etîketan:
    Binçavkirin, Polîs, cumhuriyet, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de