00:49 26 Nîsan 2018
    Komîteya Amadekar a Newrozê - Osman Baydemir, Leyla Guven, Ahmet Yildirim, Ayşe Gokkan

    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat girtin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 01

    Hevseroka KCDê Leyla Guven ji ber daxuyaniyê xwe yên operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê çend roj berê ku hatibû desteserkirin, hat girtin

    Guven di 22yê çileyê de li Amedê li ber mala xwe hatibû binçavkirin, piştî kar û barên îfadeyê li Miduryeta Polîsan a Amedê bi dawî bû, sewqî edliyeyê kirin. Guven xwest bi kurdî parastina xwe bike û got ku "Ez bi kurdî hêj baştir dikarim xwe biparêzim û ez dixwazim bi kurdî parastina xwe bikim", dozger parastina Guven a bi kurdî red kir.

    Dozgerê ku îfadeya Guven negirt û xebatên di KCDê de, daxuyaniyên ku dane çapemeniyê hincet da nîşan û bi îdiaya "rêxistina çekdarî ava kiriye û rêveberiya wê kiriye", "propagandaya rêxistinê kiriye" û "gelk bi kîn û nefretê sor kiriye bi daxwaza girtinê sewqî Dadger Cezayê Sulhê kir. Dadgehê biryara girtinê da.

    Bi heman mijarî:

    Dozgeriya Amedê ji bo Hevseroka KCDê lêpirsîna Efrînê da destpêkirin
    Bi îdîaya girtina wêneyê Demirtaşî, sê meh ceza li Hevseroka KCDê hat birîn
    KCDê bo girtina PDK-Tê daxuyanî da: Navê Kurdistan rastîyeke
    Ji KCDê bo Ocalan banga hişyariyê
    Etîketan:
    girtin, kurdî, Leyla Guven, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de