18:27 19 Nîsan 2018
    AKP - AKPê

    Parlementerê berê yê AKPê Içten: Gundê min ne MHPê, CHPê şewitand

    © AFP 2018 /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parlementerê berê yê AKPê yê Amedê Cuma Içten diyar kir ku, gundê wî ne MHPê, CHPê şewitandiye û piştgirî da tifaqa AKPê û MHPê.

    Parlementerê berê yê AKPê Içten ji Televizyona KRTê re axivî û got pirsa kurdî qediya ye, "Di bingeha pirsa kurdî de ne MHP lê CHP heye. Gundên me yên li Amedê, yên li Çewlikê ne MHPê şewitand, CHPê şewitand. Partiya ku kir ku însanên me koçî welatên rojavayê Tirkiyeyê bibin CHPê ye. Însanên me baş dizanin ku bi awayekî fiîlî berpirsê pirsa kurdî ne MHPê ye, CHP ye. Turkeş nijadperest bû, Bahçeli Netewî ye."

    Içten derbarê tifaqa AKPê û MHPê de jî got, "Hestên hevpar ên di navbera kurd û tirkan de hestên netewî ne."

    Bi heman mijarî:

    Berdevkê AKPê Unal: Dibe ku di MGKyê de derbarê Efrînê de pêşniyariyek derkeve
    SONAR: MHP bendavê derbas nake û dengê AKPê jî pir ketine
    CHP: Em dê biçin faşîzma AKPê tune bikin
    Etîketan:
    Tifaq, CHP, MHP, AKP, Bahçeli, Cuma Içten, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de