20:49 21 Hezîran 2018
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan

Erdogan bi Pûtîn re mijara Soçî û Idlibê axivî

© Sputnik / Sergey Guneev
Tirkiye
Lînkê kurt
0 01

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axaftineke telefonî pêk anî.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re axaftineke telefonî pêk anî. Di rojeva herdu serokan de civîna Soçî û Idlîb hebû. Erdogan derbarê operasyona leşkerî ya Efrînê de agahî dane Pûtîn.

Li gor agahiyên çavkaniyên Serokomariya Tirkiyeyê, Erdogan û Pûtîn civîna Kongreya Diyalog a Neteweyî ya Sûriyeyê ku li Soçiyê hat lidarxistin, operasyona leşkerî ya Efrînê, pêşveçûnên dawî yên li herêmê û têkiliyên dualî nirxandin.

Herdu serok digel pirsgirêkên heyî yên civîna Kongreya Diyalog a Neteweyî jî bal kişandin destkeftiyên encamê civînê û avakirina Komîteya Destûra Bingehîn, pêvajoya Cenevre, Astana û biryara 2254 a Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) girîng nirxandin.

Erdogan û Pûtîn mijara pirsgirêka ewlehî ya Idlîbê û herêmên kêmkirina gengeşiyan jî axaftin û ji bo lezgînkirina noqteyên çavdêrî mûtabiq man. Herwiha Erdogan derbarê operasyona leşkerî ya li hemberî Efrînê jî Pûtîn agahdar kir.

 

 

 

Bi heman mijarî:

‘Pûtîn û Erdogan mijarên sereke yên çareserkirina krîza Sûriyê diyar kirin’
Peskov: Pûtîn û Erdogan li Enqerayê dê rewşa Sûriyeyê biaxivin
Erdogan û Pûtîn bi telefonê derbarê Qûdsê de axivîn
Daxuyaniya Pûtîn, Rûhanî û Erdogan wekî belgeya fermî ya KENYê hat weşandin
Dijberiya Sûriyeyê derbarê civîna Pûtîn Erdogan û Rûhanî de daxuyanî da
Ji Kremlînê daxuyaniya civîna Pûtîn, Erdogan û Rûhanî
Lavrov: Dê Pûtîn, Erdogan û Rûhanî biryara dawî ya kongreya Sûriyeyê bidin
Etîketan:
Serokomarê Tirkiyeyê, Serokê Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de