01:07 21 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Yildirimî ji bo Efrînê bersiva Macronî da

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim bersiva gotinên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî da û got, "ramana wî seqet û dagirkerî tine."

    Yildirimî piştî civîna xwe ya li gel Serokwezîrê Libnanê Seed Herîrî, civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist û bersiva pirsyaran da. Yildirimî bertek dan gotinên Macronî ku gotibû "divê operasyona Efrînê nebe dagirkerî" û got, "dagirkerî tine ye, şêwaza fikirîna Fransayê seqet e."

    Herwiha serokwezîrê Tirkiyeyê wiha axivî:

    Ji bo bê fêmkirin bê em dixwazin çi li Efrînê bikin, bila li wê qada 2 hezar kîlometreyî  ya li xeta Ezaz, Cerablus, Minbic ya di operasyona Mertala Firatê de binerin, besî wan e. Nirxandinên ji bilî van, têkiliya wan bi rastiyê re tine. Tevahiya cîhanê dizane ku Tirkiye bi mentiqê dagirkeriyê tevnagere û divê bizane jî. Eger em li Mertala Firatê binerin, em ê vê bibînin."

    Bi heman mijarî:

    Li Hewlêr û Silêmaniyê bo Efrînê xwepêşandan
    Derbarê Konseya Navendî ya TTBê ku li dijî êrîşa Efrînê derketibû lêpirsîn hat destpêkirin
    Nûnerê Kurd ê Rûsyayê: Ji bo Efrînê ti hevdîtin bi Sûriyê re çênebûne
    Mesihiyên Rojava li dijî êrişên ser Efrînê derketin
    Etîketan:
    Emmanuel Macron, Binali Yildrim, Fransa, Sûriye, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de