04:04 20 Nîsan 2018
    Efrîn

    Kurd êrîşa li ser Efrînê, li dijî xwe dibînin

    © AFP 2018 / George OURFALIA
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    SAMERê li Amedê anketek li darxist û ji Amediyan pirsî hûn êrîşa li ser Efrînê çawa dibînin. Ji % 83,2 yên Amediyan diyar kirin ku ev êrîş 'kurdan û destkeftiyên kurdan' dike armanca xwe.

    Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî (SAMER) di xebata xwe ya dawî de li ser êrîşa Tirkiyê ya Efrînê sekinî. Encamên ku ji xebatê derketin, manîpulasyona çapemeniya Tirkiyê ku dibêje 'kurd jî piştgiriya êrîşa Efrînê dikin' derxist holê.

    Anketa ku li Amedê di 25-26ê Rebendanê de li kolanan hatiye li darxistin û bi 203 kesan re hatiye kirin, ji beşdaran hatiye pirsîn: "Hûn piştgiriya harekata dijî Efrînê ya Tirkiyê dikin? û 'Bi ya te Tirkiye çima hareketeke leşkerî li dijî Efrînê pêk tîne?"

    Amediyan ji bo pirsa pêşî ku dibêje hûn piştgiriya harekata Efrînê dikin, bi rêjeyeke ji % 83.2 gotiye na. Kesên ku piştgirî dane harekatê jî, ji % 6.9.

    Di pirsa duyem ku sedema harekata Tirkiyê dihate pirsîn ku beşdaran dikarîbûn çend bersivan bidin de rêjeyên ku derketin holê wisa bûn:

    Destkeftiyên kurdan/ rêveberiyên kanton tên armanc kirin: % 62.1

    Kurd tên armanc kirin: %57.6

    Tê xwestin ku demografiyê biguherînin: %17.7

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Beşikci: Efrîn Kurdistan e, dê nebe weke Kerkûkê
    Etîketan:
    Efrîn, SAMER, anket, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de