05:27 22 Nîsan 2018
    Bekir Bozdag

    Bozdag: Bi KHKyan 107 hezar kes hatin îxraçkirin

    © AP Photo / Burhan Ozbilici
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bekir Bozdag hejmara kesên bi biryarên di hiqmê qanûnê de (KHK) hatine îxraçkirin eşkere kir. Komîsyona lêpirsînê ya rewşa awarte jî derbarê hezar û 562 kesan de biryar da, 41 kesan biryara erênî, yên din jî biryara redê stend in.

    Cîgirê Serokwezîr û Berdevkê hikûmeta Tirkiyeyê Bekir Bozdag, piştî darbeyê di çarçoveya rewşa awarte (OHAL) de hejmara kesên ku bi biryarên di hiqmê qanûnê de hatine îxraçkirin eşkere kir. Bozdag wiha axivî: Hejmara kesên ku di hemû biryarên hiqmê di qanûnê de hatine îxraçkirin 110 hezar û 778 kes in, yên ku li karê xwe vegeriyan 3 hezar û 604 kes in.

    Heta niha kesên ku hatine îxraçkirin jî 107 hezar û 174 kes in. Kesên ku serî li komîsyona lêpirsînê ya rewşa awarte dane jî 105 hezar û 151 kes in. Komîsyonê derbarê hezar û 562 kesan de biryar da, 41 kesan biryara erênî, yên din jî redê stend in.

    Bi heman mijarî:

    Neteweyên Yekbûyî bertek da 'KHK'yên nû
    2 'KHK'yên nû hatin ragihandin, bi hezaran kes ji kar hatin avêtin
    Komedyenê tirk KHK rexne kir û xwedî li akademîsyenan derket
    Bi KHK ya nû Cizrespor û Şirnak Belediye Spor jî hatin girtin
    Etîketan:
    Ohal, qanûn, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de