15:41 22 Nîsan 2018
    Mitînga HDPê ya ku îro li Amedê hat lidarxistin, di warê kampanyaya referandûmê de mitînga dawiyê bû.

    Ji bo hevserokatiya HDPê 3 nav derbas dibin

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pirsgirêka hevserokatiya HDPê hefteya pêşiya me tê çareserkirin. Di vî warî de ji bo hevseroka jin navê Pervin Buldan derdikeve pêş, ji bo hevserokê mêr jî ligel Berdevkê Partiyê Ayhan Bilgen, navê Parlamenterê Mêrdînê Mithat Sancar.

    Piştî ku Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş dev ji biryara namzedbûnê berda, mijara hevserokê nû yê partiye gihîşt qonaxa dawiyê. Li Komîsyona Lihevkirinê ya ku ji bo diyarkirina namzedên hevserokatiyê û endamên Encûmena Partiyê hat avakirin, navên ji bo namzediyê tên axaftin.

    Li gorî nûçeya Gazete DuvaRê ji bo hevseroka jin Serokwekîla Parlamentoyê û Parlamentera Îdirê Pervin Buldan derdikeve pêş. Ji bo hevserokê mêr jî heta niha navê Berdevkê Partiyê Ayhan derbas dibû lê div an rojên dawiyê de navê Parlamenterê Mêrdînê Mithat Sancar jî tê nîqaşkirin.

    Ger Pervin Buldan bibe namzeda hevserokatiyê divê dev ji erka xwe ya Serokwekîliya Parlamentoyê berde û wê li şûna wê navekî nû were diyarkirin.

    Namzedên nû yên hevserokatiya HDPê wê vê hefteyê piştî civînên Komisyona Lihevkirinê, Komisyona Kongreyê û Lîjneya Rêveberiyê ya Encûmena Partiyê (MYK) werin eşekerekirin.

    Bi heman mijarî:

    Şandeya HDPê ji bo Efrînê li Almanyayê ye
    Êrîşkarên avahiya HDPê hatin berdan
    Li Stenbolê avahiya HDPê hat şewitandin
    HDPê daxuyaniyeke 15 madeyî ya dijî ultîmatoma çapemeniyê da
    Parlementerên jin ên HDPê yê girtî ji bo Efrînê dest bi grêva birçîbûnê kirin
    Di kongreya giştî ya HDPê de nigeraniya Efrînê
    Etîketan:
    namzedên hevserokatiyê, Berdevkê HDPê, Parlamenterên HDPê, Ayhan Bilgen, Pervin Buldan, Mithat Sancar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de