00:29 25 Gulan 2018
    Ayhan Bilgen

    HDP: Doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin

    © Sputnik / Yurdagül Şimşek
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 0 0

    Berdevkê HDPê Ayhan Bilgen, operasyona li dijî Yekîtiya Tabibên Tirk rexne kir û got: "Doktor ji bo mirov bijîn hene. Lê hin kes doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin ku hêvî dikin doktor pesnê mirinê bidin."

    Berdevkê Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) Ayhan Bilgen, di civîna komî ya partiya xwe de axivî.

    Bilgen balkêşand ser operasyona li dijî TTByê û got: "Doktor ji bo mirov bijîn hene. Lê hin kes doktoriyê û şuştina cenazeyan tevlîhev dikin ku hêvî dikin doktor pesnê mirinê bidin."

    Bilgen bibîrxist ku êrîşkarên ku êrîşî avahiya partiya wan ya li Pendika Stenbolê kirine serbest hatine berdan lê hevseroka KCDê Leyla Guven ev hefteyeke di binçav de ye.

    'ŞEWITANDINA AVAHIYÊ TÊRA XWE NE DELÎL E'

    Bilgen da zanîn ku: "Hevseroka KCDê Leyla Guven ev hefteyekê di binçav de ye. Lê li kesên ku li Pendikê avahiya partiya me şewitandin, piştî îfadeya wan hat stendin serbest hatin berdan. Herhal têra xwe delîl nebûn.! Wek ku şewitandina avahiyê têra xwe delîl pêkneaniye."

    Bilgen destnîşan kir ku di êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê de fotograf hene ku li Efrînê sivîl jî zirarê dibînin. Mizgefta Selahadin veguheriya kavilekî. Kesên ku vê şerî heya dawiyê biparêzin hene, lê em ê jî heya dawiyê li gel her tiştî aştiyê biparêz in.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Lijneya Ewlehî ya Millî (MGK) bi mijara Efrîn û Minbicê dicive
    Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
    Berdevkê Koalîsyonê: Efrîn ne di qada operasyona koalîsyonê de ye
    Amerîka: Efrîn berî niha bi ewle bû, lê niha ne wisa ye
    Parlamentarê rûsî: Ger neyê paşxistin mijara sereke ya Soçiyê Efrîn e
    Etîketan:
    avahî, doktor, Ayhan Bilgen, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de