02:42 28 Gulan 2018
Bekir Bozdag

Bozdag: Ji vêr pêde Tirkiye tenê li gotinên Amerîkayê nanhêre

© AP Photo / Burhan Ozbilici
Tirkiye
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê Bozdag anî ziman ku “ji vêr pêde Tirkiye êdî tenê li gotinan nanhêre, bi gotinan re wê li tevgera xwedî gotinan jî binhêre. Eger ku herdu hev bigrin pirsgirêk tune ye.”

Alîkarê serokwezîrê Tirkiyeyê û berdevkê hikûmetê Bekir Bozdag di bernameyek televîziyonê de, di derbarê rojevê de axivî. Bozdag di derheqê siyaseta Amerîkayê ya bi Tirkiyê re axivî û got: Heya îro me gelek caran dît ku gotin û tevgerên Amerîkayê hev nagirin. Ji ber vê yekê em, ji îro pêde tenê li gotinên Amerîkayê nanhêrin.

Emê li hereketên wî jî binhêrin, eger ku nakokîyek di navbera gotin û hereketên wan de tune be pirsgirêk jî tune ye.
Bekir Bozdag îdia kir ku " heya îro gelek caran di mesela Sûriyê de gotin û tevgerên Amerîkayê hev negirtin. Ji ber vê yekê Tirkiye êdî tenê li gotinên Amerîkayê nanhêre. Tirkiye tu car musade nake ku PKK li Sûriyê bibe dewlet. Li piş vê projê kî dibe bila bibe, emê bi wan re şer bikin."

‘EMÊ MENBİC Û ROJHILATA FIRATÊ JÎ PAXIŞ BIKIN'

Bozdag di berdewamiya axaftina xwe de gotinê anî ser pilanên Tirkîyê yên di derbarê Rojava de. Bozdag van îfadeyan bi kar anî: " heya ku Amerîka ji pilanên xwe yên li ser Sûriyê poşman nebe ji pare gav neavêje emê şer bikin. Piştê Efrînê emê Menbic û rojhilata Firatê jê operasyona bikin û wir jî paxiş bikin."

Bi heman mijarî:

Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
5 pirsyarên derbarê Efrîn û rewşa wê ya dawî de
Berdevkê Hevpeymaniyê: Efrîn ne qada operasyonê ye
Etîketan:
efrîn, PYD, sûriye, Bekîr Bozdag, tirkiya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de