15:39 22 Nîsan 2018
    Zeytin Dalı Harekatı, Afrin, TSK, ÖSO

    Li Efrînê 2 leşkerên tirk û 2 çekdarên ASAyê hatin kuştin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Fermandariya artêşa tirk derbarê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku du leşkerên wan hatine kuştin.

    Artêşa tirk derbarê êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de daxuyaniyek belav kir.

    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di 27ê Rêbendana 2017an de di encama şerê li Efrînê de 2 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest daye, 11 leşker jî birîndar bûne. Herwis hat ragiandin ku di şer de 2 endamên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) jî hatine kuştin û 4 çekdarên wê jî birîndar bûne.

    Artêşê di daxuyaniya xwe de parast ku ew di demanê demê de li dijî DAIŞê jî şer dikin û got, "Di encama şer de bi tevahî 53 endamên YPGê û DAIŞê hatine kuştin."

    Di daxuyaniya artêşê hat derbirîn ku operasyon di çarçoveya rêzgirtinê ya li hemberî yekperçebûna axa Sûriyeyê de tên birêvebirin.

    Bi heman mijarî:

    Îro li Kerkûkê û sibe li Silêmaniyê xwepêşandan ji bo Efrînê tê lidarxistin
    Li Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya Efrînê hate avakirin
    Kurdên Ewropayê li dijî êrîşên li ser Efrînê xwepêşandan li dar xist
    Bernameya radyokarê ku gotibû ‘yên ku îtîrazî Efrînê bikin, li wan bidin' hate betalkirin
    Etîketan:
    leşkerên tirk, ASA, YPG, Artêşa Tirk, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de