05:55 20 Nîsan 2018
    Afrin, Zeytin Dalı Harekatı

    AA: Helîkoptera artêşa tirk nehatiye xistin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 0 0

    Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê diyar kir ku îdiaya HSD dibêje li Efrînê helîkoptereke artêşa Tirk hatiye xistin, hatiye derewandin.

    Çavkaniyekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) îro ji bo Sputnikê diyar kiribû ku hêzên wan li Efrînê helîkoptereke artêşa tirk xistiye xwarê. Li ser vê yekê Ajansa Anadolûyê nûçeyek belav kir û di wê nûçeyê de hat parastin ku helîkopter nehatiye xistin.

    Ajansa Anadolûyê îro nûçeyek belav kir û parast ku ew agahî ne rast e. Di nûçeya ajansê de ev tişt hatin gotin, "Çavkaniyên pêbawer ji bo peyamnêrê AAyê diyar kir ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de helîkoptera Artêşa Tirkiyeyê nehatiye xistin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    NYê biryara xwe yê ji bo şandina Soçiyê da
    Li Silêmaniyê eniyeke ji bo piştevaniya Efrînê hate avakirin
    Konferansa yekêtiya netewa Kurdistanê hat lidarxistin
    HSD: Me helîkopterek Artêşa Tirkiyeyê xist
    ‘Li Soçiyê komîsyona ji bo destûra bingehîn a Sûriyeyê tê avakirin'
    Etîketan:
    helîkopter, Ajansa Anadoluyê (AA), HSD, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de