01:18 24 Gulan 2018
    Radyo

    Bernameya radyokarê ku gotibû ‘yên ku îtîrazî Efrînê bikin, li wan bidin' hate betalkirin

    © Sputnik /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 50

    Radyokarê Kral FMê Ali Şenturkê ku zêdetir weke ‘Afrikali Ali' tê naskirin ku gotibû, ‘Kesên ku îtîrazî operasyona Efrînê bikin, parlementer be, rojnameger be çi be, demildest lê bidin' ji qenalê hate dûrxistin.

    Radyoya Kral FMê bernameya Ali Şenturkê ku zêdetir weke ‘Afrikali Ali' tê naskirin rawestand. Şenturk derbarê operasyona li dijî Efrîne gotibû ‘Kesên ku îtîrazî operasyona Efrînê bike, parlementer be, rojnameger be çi be, demildest lê bidin!' Parlementerê CHPê yê Stenbolê Bariş Yarkaş bangî Kral FM kir û got, "Ev yek sûcê û tawana nefretê ye. Bangewaziya provokasyonê ye. Nebin hevkarê vî sûcî."

    ‘MIN ZÊDEKARÎ KIR'

    Radyoya Kral FMê li ser bangewazî û giliyê parlementetê CHPê Yarkadaş bernameya Afrikali Ali ji weşanê rakir. Rêveberiya qenalê ragihand ku bername betalkiriye. Afrikali Ali hesabê xwe yê Twitterê girt. Şenturk di peyama xwe ya dawiyê de got, ‘Min zêdekarî kir. Ez şaş hatime famkirin."

    ‘TU ELAQEYA ÎFADEYÊN BI VÎ RENGÎ BI AZADIYA RAGIHANDINÊ TUNE YE'

    Parlementer Yarkadaş daxuyaniyek da û ji ber helwesta wê spasiya Kral FMê kir. Yarkadaş da zanîn, "Tu elaqeya sûc û tawanên nefretê û îfadeyên bi vî rengî bi azadiya ramanî û azadiya ragihandinê re tune ye. Kral FMê helwesteke baş nîşan da û bernameya Şenturk betal kir."

    Herwiha Parlementê CHPê Yarkadaş got, "Operasyon, şer, şerxwazî û bangewaziya xwînrijandinê ne karê rojnamegeran e."

     

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Zaxarova: Welatên Rojava bi yekîtiya Sûriyeyê re eleqedar nabin
    Zaxarova: Nûnerên kurd wê di Kongreya Dîyaloga Niştimanî ya Sûrîyeyê de beşdar bibin
    Çavuşoglu bo Amerîkayê: Em li benda gavên berbiçav in
    Bi wesayîta bombebarkirî êriş kirin: Bi 100an kuştî û birîndar hene
    Etîketan:
    Ali Şenturk, Afrikali Ali, Bariş Yarkadaş, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de