01:15 24 Gulan 2018
    Wezîrê Karên Dere yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu bo Amerîkayê: Em li benda gavên berbiçav in

    © REUTERS / Hüseyin Aldemir
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li ser nûçeya ku AAyê ragihandibû tê de destnîşan kiribû ku ‘Amerîka dê çekan nede PYD/YPG' got, em li bende gavên berbiçav in.

    Ajansa Anadoluyê (AA) yê ragihandibû ku berdevkê Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê H. R. Mcaster di telefonê de ji Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin re gotiye ku êdî dê çekan nedina Yekîneyên Parastina Gel (YPG). Çavuşoglu ev daxuyanî nirxand û got, "Gelek soz sane, ji sozan bêhtir em dixwazin gavên berbiçav bibînin."

    Herwisa Çavuşoglu ev tişt gotin:

    "Divê Amerîka têkiliya xwe bi rêxistinên terorî re qut bike, divê bike ku çekan ku wan bixwe dane YPG bistîni. Divê demildest ji Minbicê paş de vekişin."

    ​Çavuşoglu li ser pirsyara gelo operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê kengî biqede, wiha bersiv da, "Dema ku hun bi rêxistinên terorî têbikoşin, heta dawiyê hun dê têkoşîna xwe berdewam bikin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Tillerson ji bo îdîaya Çavuşoglu: Min ti tişt pêşniyarî nekiriye
    Çavuşoglu: Tillerson got, em naxwazin bi Tirkiyeyê re werin hemberî hev
    Çavuşoglu: Dê Trump û Erdogan biaxivin
    Çavuşoglu: Min ji Tillerson re got, bi devê YPGê ne axive
    Etîketan:
    çekdarî, Çek, Çekdayîn Amerîkayê bo YPG, Mevlut Çavuşoglu, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de