06:21 21 Gulan 2018
    Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Amerîkayê H. R. Mcaster

    Kalin û McMaster bi telefonê mijara çekdayîna Amerîkayê bo YPGê axivîn

    © REUTERS / Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê H. R. Mcaster mijara çekdayîna Amerîkayê bo YPGê gotubêjkirin. Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA) biryar e ku Amerîka çekan nede YPGê.

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî ya Amerîkayê H. R. Mcaster doh bi telefonê mijara çekdayîna Amerîkayê bo YPGê gotubêjkirin.

    Çendakî berê hatibû diyarkirin ku Amerîka bo YPGê piştgiriya çekan dê bike û herwiha hêzeke ku ji 30 hezar kesî pêk tê ava bike.

    Li gorî Ajansa Anadoluyê (AA) Kalin û McMaster bi telefonê li ser mijara çekdayîn YPGê axivîn û tê îdiakirin di mijara çeknedayîna Amerîka bo YPGê rêkeftinek çêbû. Li gorî nûçeyê Amerîka çekan dê nede PYD/YPGê.

    ‘JI BO PÊŞGIRIYA ŞAŞFAMKIRIN BIRYARA KOORDINASYONA NÊZÎK'

    Di peywendiyê de hat gotin ku ji bo pêşgiriya xeletiyan di mijara koordinasyona nêzîk de herdu aliyan li hev kir.

    ‘GIRÎNG E KU HERDU HEVPEYMAN TÊKILIYÊN XWE ZEXMTIR BIKIN'

    Du hevpeymanên NATOyê, Tirkiye û Amerîka ji bo pêşdebirina têkiliyan li hev kirin.

    Bi heman mijarî:

    McGurk: Niyeta me tune hêzeke 30 hezar kesî ava bikin
    Amerîka derbarê YPGê de daxuyaniyek da: Em hêzeke nû ya ji 30 hezar kesî pêk tê ava dikin
    Hevpeyman: Em ê hêzeke 30 hezar kesî li bakurê Sûriyeyê perwerde bikin
    Etîketan:
    Peywendiya Telefonê, Ibrahim Kalin, Mcaster, Tirkiye, Amerîka, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de