13:59 25 Nîsan 2018
    stenbol-polês-polêsên tirk-desteserkirin-binçavkirin-girtin-

    11 Kesên ku li Stenbolê xwestin operasyona li dijî Efrînê şermezar bikin hatin girtin

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 01

    Li navçeya Stenbolê Kadikoyê 13 kesên ku xwestin operasyona li dijî Efrînê şermezar bikin, bi hinceta ku bê destur çalakî li dar bixin, 11 ji wan hatin girtin.

    13 kesên ku 21ê mehê ji aliyê tîmên Midûriyeta Ewlekariyê ve hatibûn desteserkirin, piştî kontrola tibbî bo edliyeyê hatibûn sewqkirin. Ji 13 gumanbaran 11 kes hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

    21ê mehê li Kadıkoy a bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê girseyekê xwestibûn operasyona Tirkiyê ya li dijî Efrînê protesto bikin, polêsan nehiştibû û mudaxeleyî girseyê kiribû 13 kes binçavkiribûn.

    Hêjayî bibîrxistinê yê ku Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê partiya AKPê li ser bangawaziya HDPê ya çalakiyan gotibû "ew ên ku şaşiyeke bikin û dakevin qadan dê berdêlên giran bidin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê êrişî mekanekî şahiyê hat kirin
    Hejmara xelkê Sûriyeyî li Stenbolê gihaşte 3 milyon û nîvan bû
    Li Stenbolê gumanbarekî xwekuj hate girtin
    Li Stenbolê di otomobîla ku nesekinî de kesek hat kuştin
    Etîketan:
    Desteserkirin, Binçavkirin, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de