19:46 21 Sibat 2018
Zindî
    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)

    Di kongreya giştî ya HDPê de nigeraniya Efrînê

    © AFP 2018/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)
    0 10

    Tê plankirin ku kongreya giştî ya asayî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 3 û 4 ê sibatê were lidarxistin, rêveberiya wê were diyarkirin û hevserokên wê bêne hilbijartin lê ji ber operasyonên li dijî Efrînê û astengkirineke muhtemel a kongreyê nîgeran e.

    Li gorî nûçeya Mahmut Licali yê ji rojnameya Cumhuriyetê ku li Tirkiyeyê weşanê dike amadekariyên kongreya giştî ya HDPê didomin û tê plankirin ku kongre 3 û 4ê sibatê li Enqereyê were lidarxistin. Li gorî agahiyên berdest piştî astengkirina kongreyên hin navçeyên Amedê, li hember îhtimala astengiya kongreya asayî ya giştî HDP nîgeran e.

    ‘KONGRE NAYÊ PAŞXISTIN'

    Kongreya HDPê li mezintirîn salona sergirtî ya Enqereyê dê were lidarxistin. Tê gotin ku dibe ku bi awayekî fiîlî beşdarbûna partiyiyan bo kongreyê were astengkirin û salona kongreyê ‘vala' bimîne. Li hember vê îhtimalê HDP jî kete nava tevgerê. Hat diyarkirin ku kongre nayê paşxistin û ger hewcedarî pê hebe HDP dê hemû beşdaran bi derfetên xwe bo kongreye veguhêze.

    Çavkaniyên HDPyî diyar dikin ku li gorî destûrê divê ev kongre were lidarxistin û di vî warî de hemû astengî derqanûnî ne.

    Xebatên diyarkirina hevserokatiyê didomin û heye ku vê hefteyê endamên hevserokatiyê ji raya giştî re bêne eşkerekirin.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)

    Bi heman mijarî:

    HDP: Divê hemû gelên Tirkiyeyê li hember operasyonan derkevin
    HDP: Ger atmosfera şer dewam neke dê çawa OHALê berdewam bikin, dê çawa KHKyan bisepînin?
    HDP: Divê hemû jin xwedî li Kaftancioglu derkevin
    Kaya: Divê HDP dest ji Demirtaş bernede
    Etîketan:
    Kongreya Giştî, HDP, Enqere
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de