15:39 21 Gulan 2018
    Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump

    Çavuşoglu: Dê Trump û Erdogan biaxivin

    © REUTERS / Asin Bulbul/Kevin Lamarque
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihand ku dê sibe 24ê Çileyê Serokomar Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump biaxivin.

    Tillerson û Çavuşoglu li paytexta Fransa Parîsê li dema civîna wezîrên derve ya derbarê 'Hevkariya Bêsiza nehiştina Bikaranîna Çekên Kîmyewî' hatin ba hev.

    Li dema hevdîtinê ajansa Reutersê ragihand ku Çavuşoglu gotiye, dê sibe 24ê Çileya 2018an roja Çarşemê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump biaxivin.

    Hêjayî gotinê ye, îro heyeteke Amerîkayê ya Pentagonê li Tirkiyê derbarê rewşa Sûriyê û operasyona berdewam a Efrînê de çend danûstandin pêk anîbûn.

    Çavuşoglu beriya hevdîtina ligel Tillerson jî ragihandibû ku ew dê li ser mijara Efrînê û avakirina herêmên ewle li Sûriyê biaxivin.

    Etîketan:
    Erdogan, Trump, Sûriye, Amerîka, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de