02:42 28 Gulan 2018
Efrîn operasyon

Mahçupyan: Ji bo Efrînê dema Tirkiyê kurt e

© REUTERS / Osman Orsal
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 01

Rojnameger Etyen Mahçupyan ku berê şêwirmendê serokwezareta Tirkiyê bû di nivîsa xwe ya li ser Efrînê de got: "Ev operasyon li hember Amerîka, Rûsya û Sûriyê tê kirin. Divê Tirkiyê tişta ku dixwaze zû bike. Lewra dê ev dewlet ew qasî li benda Tirkiyê naminîn.

Mahçupyan di nivîsa xwe de îdîa dike ku Tirkiye mecbûr ma û lewma dest bi operasyona Efrînê kir û weha berdewam dike. "Li Sûriyê yên ku xwedî gotin in, Esad, Îran, Rûsya û Amerîka ne. Ev operasyon li hemberî van dewletan pêkhat û dê ev dewlet zêde li benda Tirkiyê nemînin. Divê neyê ji bîr kirin ku Amerîka û Rûsya her çi qasî nexwazin PYD an jî tevgereke yekbûyî ya kurd bihêz bibe jî, her du dewlet jî dizanin, di damezrîneke siyasî ku kurdan giraniya xwe nedabiyê de, dê Sûriye ji destên her duyan jî biçe. Esad û Îran jî li dijî wê yekê ne ku Sunî werin cihê ku ji PYDê vala bûne."

Mahçupyan destnîşan dike ku Tirkiye dixwaze di demeke kurt de derbeyeke giran li PYDê bide û nehelê ku vegere û dibêje di vê çarçoveyê de divê armanc baş werin danîn. An na dê Tirkiye di mijara Sûriyê de dîsa vegere asta berê.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Mahçupyan: Hewcedariya reforman bi sîstema serokatiyê tune ye
Mahçupyan: Tirkiye firsendeke din ji destê xwe berdide
Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
Ji bo Efrînê kampanyaya navnetewî: Nehêlin Efrîn bibe Kobaniyeke nû
YPG: Tirkiye û hikûmeta Sûriyeyê li ser Efrîn û Idlibê li hev kirin
Efrîn tê topbarankirin: Gelek top li gundewarên Efrînê ketin
Etîketan:
Efrîn, îdîa, nivîs, Etyen Mahçupyan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de