02:40 28 Gulan 2018
Orhan Miroglu

Orhan Miroglu: Em li dijî operasyona Efrînê dernakevin

© Sputnik / Cesim İlhan
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 04

Parlamenterê Mêrdînê yê AKPê ku kurd e Orhan Miroglu ragihand ku kurdên di nav AKPê de ji operasyona li dijî Efrînê ne aciz in. Eger tiştek bi vî şiklî hebûya dê hin kes rabûna û li hemberî vê yekê derketina.

Miroglu diyar kir ku divê ev pêvajo baş bê dîtin û got: "Operasyon, ji ber têkiliya di navbera PKKê û Amerîkayê de, Tirkiye neçar ma dest bi vê operasyonê kir. Eger Tirkiye dijminatiya kurdan bikira destûrê nedida ku kurdan birêveberiya xweser li bakurê Sûriyeyê ava bikira. Lê ev mesele ne wisa ye PKK niha li Efrînê dixwaze çi bike heman tiştî dixwaze li Amedê jî bike. Lewre Tirkiye ne mimkun e ku li hemberî vê tiştî bêdeng bimîne.

Herwiha Miroglu destnîşan kir ku hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê li Sûriyeyê bihûrbar e. Divê mirov vê yekê binîne. Dema Artêşa Sûriyeyê karî hemû deverên Sûriyeyê kontrol bike, Tirkiye ji Sûriyeyê dê vekişe.

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Fransa: Operasyona Efrînê me bifikar dikin
Independent: Şerekî dirêj li pêşberî Tirkiyeyê ye
Fraksiyonên Kurdistanî li ser Efrînê got: Êrîşên Tirkiyeyê dijminane ne
Pisporê rûsî: Dibe ku Amerîka dilêriya hevalbendên xwe wenda bike
‘Mafê kurdan jî heye ku li welatê xwe azad bijîn'
Etîketan:
kurd, PKK, Orhan Miroglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de