09:54 20 Nîsan 2018
    Sidqî Zîlan

    Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî Sidki Zilan bi şertê kontrolê hat berdan

    © Sputnik / Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Parêzer û Sekrterê Giştî yê Hereketa Azadî (Hereketa Îslamî ya Kurdistanê)Sidki Zilan ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibû kirin, bi şertê kontrol edlî serbest hat berdan.

    Li gorî ragihandina peyamnêrê Sputnik Kurdistanê yê li Amedê parêzer û Sekrterê Giştî yê Hereketa Azadî (Hereketa Îslamî ya Kurdistanê) Sidki Zilan ji ber parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî, ku derbarê êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê de parve kiribû, rastî vekirina dozê hatibû.

    Zilanê ku ji bo îfadedayînê çû edliyeyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin. Piştî dadgehkirinê derbarê Zilan de bi şertê kontrola edlî biryara berdanê hat dayîn.

    Hêjayî gotinê ye ku polîsan şeva borî bi ser mala Sidki Zilan de girtibû.

    Bi heman mijarî:

    Sidqî Zîlan: 'Gelê kurd bi hêvîyên xwe heye!'
    Sidqî Zîlan: ‘Bi texmîna min Elçi bi çeka polêsan hat kuştin'
    Orhan Miroglu: Em li dijî operasyona Efrînê dernakevin
    Fransa: Operasyona Efrînê me bifikar dikin
    Fraksiyonên Kurdistanî li ser Efrînê got: Êrîşên Tirkiyeyê dijminane ne
    Etîketan:
    sewqkirin, desteserkirin, Sekreterê Giştî yê Hereketa Azadî, Sitki Zilan, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de