05:42 22 Nîsan 2018
    Partiyên kurdî

    ‘Mafê kurdan jî heye ku li welatê xwe azad bijîn'

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    PAK, PDK-Bakur, PSK û Hareketa Azadî têkildarî operasyona Efrînê daxuyanîyek hevapar dan û gotin "Navçeyên, ku weke ‘korîdora Kurdî' tê bi nav kirin, bi hezaran sal e ya kurdan e. Mafê kurdên Suriyê jî hene ku welatê xwe bi rêva bibin û li welatê xwe azad bijin."

    PAK, PDK-Bakur, PSK û Hareketa Azadî têkildarî operasyona Efrînê li Amedê daxuyanîyek hevpar dan. Li ser navê partî û sazîyan Serokê Giştî yê PSKê Mesud Tek daxuyanî da û diyar kir ku şer li hemu deran dibe sedema kareseta mirovî, wêrankarî, aloziya siyasî û ji hevketin û durketina beşên civakî û wiha axivî: "Bê guman dê Efrînê jî wê wisa be. Ji hingê va, ku dewleta tirk, derheqa pirsa kurd de vegeriya siyaseta tundûtijiyê, daxwazên kurdan yên azadî û demokrasiyê li seranserî Kurdistanê, li ser xwe xeter dihesibîne. Dewleta tirk bi vê têgihiştina xwe ve, ligel Îran û Irak hevkarî çêkir û piştgiriya leşkerê Iraq û Heşdî Şabî kir, ku Kerkûkê dagir bikin."

    ‘MAFÊ KURDAN Jİ HEYE KU LI WELATÊ XWE AZAD BIJİN'

    Tek wiha berdewam kir: "Tirkiyê her bi vê têgihiştinê ve, li dijî statûya kurdên li Sûriyeyê derdikeve. Dixwaze nişan bide, ku statûya kurdan li Suriyê xeter e li ser asayişa netewiya Tirkiyê. Pêşî li girtina avakirina ‘korîdora kurd' wekî hincet ji bo operasyona li dijî Efrinê dide nîşandan. Lê belê navçeyên, ku wekî ‘korîdora kurdî' tê bi nav kirinê, bi hezaran sal e, ku ya kurdan e. Wekî li Tirkiyê û perçeyên dinê, mafê kurdên Suriyê jî hene, ku welatê xwe bi rêva bibin û li welatê xwe bi azad bijin. Li gel vê yêkê daxwazên azadî û wekhevî yen kurdan rewa û meşru ye û ji bona cigîr bûna aramî û azadî li navçeyê Rojhilata Navîn pêwîst e werin cî be cî kirinê. Ji ber vê yêkê daxwaza statûyek a kurdên Suriyê ne xeter e li ser Tirkiyeyê.

    ‘ŞER NE ÇARESERİYE, ALOZİ Û NEÇARESERİ YE'

    Tek anî ziman ku divê hemu kes li dijî şer derkevin û wiha got: "Tirkan, kurdan û hemu azadîxwaz û aşitixwazan dengên xwe li dijî tundûtijiyê û şerê hanê bilind bikin. Fikr û nêrîna cihanê, Yêkîtiya Milletan, Yêkîtiya Ewropa, NATO û Rêxistina Hevkariya Îslamî bona sekinandina serê hanê û çareser kirina pirsan bi şiweyê aşitî, divê dest bi kar bin. Şer ne çareserî ye, alozî û neçareserî ye. Divê pirsgirêkan, bi rêya diyalog û têgihiştina hevdu û aşitî were çareserkirin.

    Operasyonên leşkerî yên derwayê sinoran, pirsa kurd li Tirkiyeyê çareser nake. Çareserkirin di nava Tirkiyê da ye. Pirsa kurd bi diyalog û giftugo, bi nasandina mafên netewî yên gelê Kurd, bi cîgîrtir kirina demokrasî ve tê çareser kirinê."

    Bi heman mijarî:

    NY ji bo Sûriyê civiya: Em fikarên Tirkiyê fêm dikin, lê pêşî DAIŞ
    Li Enqerê gelek rojnamevan û rêveberên HDPê hatin binçavkirin
    Şanda Amerîkayê bi rojeva 'Efrîn û ewlekariya Tirkiyê' li Enqerê ye
    Parlamentarên rûsî ji bo Efrînê lutkeya çaralî pêşniyar kirin
    Pence: amerîkî û îsraîlî ji bo ewlehî û dahatuya xwe ligel hev disekinin
    Etîketan:
    maf, azadî, kurd, operasyon, Mesud Tek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de