08:37 23 Nîsan 2018
    Qamışlo

    'Artêşa Tirkiyeyê taxeke Qamişloyê topbaran kir'

    © Sputnik / Hediye Levent
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Medyaya herêmî ya Rojava û rêxistinên mafên mirovan radigihînin ku Artêşa Tirkiyeyê di van çend rojên borî de çend gund û navçeyên Herêma Cizîrê ya Rojavayê topbaran dikin ku li gorî raportên wan, herî dawî îro taxeke Qamişloyê hatiye topbarankirin.

    Nivîsgeha Mafên Mirovan a li Rojava ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî ketober hinek herêmên navbera bajarê Amûdê û Dirbêsiyê yên Rojava topbaran kirin.

    Li gorî daxuyaniya wan, ti qurbanî û ziyan çênebûne.

    Artêşa Tirkiyeyê duh 6 top avêtine girê Hemdûnê yên navbera bajarên Amûdê û Dirbêsiyê.

    Herwiha "Artêşa Tirkiyeyê û Yekîneyên parastina Gel(YPG) li gundê Zihêriyê yê Dêrikê gule li hev reşandine û piştî wê YPG xendek kolan da ku herêmê ji topên Tirkiyeyê biparêzin, ji ber Artêşa Tirkiyeyê berî wê 8 top avêtibûn ser gundên Zihrêiyê, Xerab Reşk û Mozlanê.

    "QAMIŞLO JÎ HAT TOPBARANKIRIN"

    Medyakar Dilgeş Resûl jî gotibû ku Artêşa Tirkiyeyê 8 top avêtine xalên sînorî yên YPGê û dudo ji wan li ber rêya Zihêriyê ketine û di encamê de ti ziyan çênebûye.

    Herwiha Artêşa Tirkiyeyê vê sibehê taxa Hilaliyeyê ya bajarê Amûdê dabû ber topan ku di encamê de du zarok birîndar bûbûn û hinek ziyanên madî pêk hatibûn.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn bi Konseya Ewlehiyê re Sûriye gotûbêj kir
    Sûriye: Kurdên Sûriyeyê reqabetê bi artêşê re dikin ku deverên petrolê kontrol bikin
    ‘Sûriye bibe Konfederasyon dê pirsgirêkên welat çareser bibin’
    Sûriye: Ketina Tirkiye bo Îdlîbê êrişkarî ye
    Sûriye: Em Reqayê rizgarkirî nabînin
    Sûriye: Ji destpêka krîzê vir ve hilberîna petrolê 24 qet kêm bû ye
    Etîketan:
    Artêşa Tirkiyeyê, YPG, Girê Hemdûdê, Dirbêsiyê, Amûdê, Sûriye, Tirkiye, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de