00:56 26 Nîsan 2018
    Ermeni kilisesi

    Cimaetên Ermenî û Cihûyan piştgirî da êrîşa artêşa tirk a li dijî Efrînê

    © AFP 2018 / BULENT KILIC
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 06

    Patrîktiya Ermeniyan a Tirkiyeyê û Civata Cihûyan a Tirk bi daxuyaniyekê piştgirî da êrîşên artêşa tirk ên li dijî bajarê Efrînê yê Rojava.

    Patrîktiya Ermeniyan a Tirkiyeyê di daxuyaniya xwe ya niviskî de got, "Em wekî Patrîktiya Ermeniyan a Tirkiyeyê ji Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê re serkeftinê dixwazin û em ji bo bidawîbûna tevgera terorê, pêkhatina aşitî, îtidal û aramiyê dia dikin. Li dêrên me di dema ayînan de ji bo beqaya dewleta Komara Tirkiyeyê wê dia werin kirin."

    Herwisa Civata Cihûyan a Tirk jî ji bo êrîşên artêşa tirk a li dijî Efrînê peyamek weşand û di wê peyamê de ev tişt hatin gotin, "Wem wekî Weqfên Cimaeta xwe di ‘Operasyona Çiqlê Zeytûnê' de ji hêzên xwe yên leşkerî re serkeftinê dixwazin û hêvî dikin ku li herêma me û cîhanê îtidal, aşitî, hevkarî û aramî pêk were."

    Hêjayî gotinê ye ku li ser van daxuyaniyan Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin peyamek weşand û spasiya van saziyan kir.

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Qatarê piştgirî da operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê
    Di operasyona li dijî Efrînê de leşkerekî tirk hat kuştin
    Kiliçdaroglu: Erdogan ji piştgiriya me ya Efrînê aciz e
    Midûriyeta Perwerdehiyê li Hatayê bo Efrînê li mamosteyên xwebexş ên tirk digere
    Qeredaxî: Êrîşa Efrînê siyasî ye û ji bo vê divê Îslam neyê bikaranîn
    Parlamentarên rûsî ji bo Efrînê lutkeya çaralî pêşniyar kirin
    Etîketan:
    êrîşên artêşa tirk ên li dijî Efrînê, Civata Cihûyan a Tirk, Patrîktiya Ermeniyan a Tirkiyeyê, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de