15:36 21 Gulan 2018
    Rex Tillerson û Mevlut Çavuşoglu

    Çavuşoglu: Min ji Tillerson re got, bi devê YPGê ne axive

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)
    0 04

    Wezîrê Karên Derve yê Tirkyiyeyê Mevlut Çavuşoglu ji hevkarê xwe Rex Tillerson ê ku xwe disparte YGPê digot "YPGê moşek ne avêtine Tirkiyeyê” got, "Çavkaniyên xwe kontrol bike, bi devê wan xeber nedin."

    Çavuşoglu piştî serdena Iraqê pirsên rojnamergeran bersivandin.

    Li gorî medyaya Tirkiyeyê Tillerson ji Çavuşoglu re gotiye, "Mevlut çi diqewime? Li gorî agahiyên ku hevalên me dan, moşek filan ne avêtine Tirkiyeyê" Li ser vê yekê Çavuşoglu ji jî Tillerson re gotiye, "Hevalên we van agahiyan ji kê werdigirin, nizanim bes tişta em dijîn, dibînin, agahiyên hevalên me girîng in, em wan digirine ber çavan. Tu jî çavkaniyên xwe kontrol bike. Bi devê wan bi me re ne axive ji kerema xwe."

    'EM RÛSYA Û ÎRANÊ HADAR DIKIN'

    Çavuşoglu diyar kir ku, "Em Rûsya û Îranê ji operasyonê haydar dikin. Tişta em dikin li gorî hiqûqa avnetewî rewa ye."

    Di çarçoveya madeya 51ê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) em mafê xwe yê rewa yê parastinê bikar tînin.

    Rex Tillerson
    © REUTERS / Murad Sezer
    ‘ARMANCA ME NE EW E KU EM BI RÛSYA, REJÎMA SÛRIYEYÊ Û AMERÎKAYÊ RE WERIN HEMBERÎ HEV'

    Wezîrê tirk li ser ihtîmala operasyonê piştî Efrînê got, "Terorîstên li Minbice her dem me taciz dikin. Elbet armanca me ne ew e ku em bi Rûsya, Sûriye û Amerîkayê re werin hemberî hev, armanca me têkoşîna li hember rêxistinên terorîst e.

    Ji bo ku ev pêvajo têk neçe en dê hişyariyên hewce bikin. Ev ji bo rojhilatê Firatê jî derbasdar.Ger li wî aliyê sînorî terorîst hebin ev yek ji bo me fişar e."

    ‘RÛSAN ŞERTEK NEDA PÊŞ'

    Li ser pirsyara bê gelo wê Efrîn radestî kî bê kirin Ça vuşoglu wiha bersiv da, "Di vî warî de şertekî rûsan nebû. Weke herêma Mertala Firatê ya baş ku radestî kesên ku li herêmê dijîn bibe.Çima 300 hezar kurdên ku li Tirkyeyê dijîn nikare vegerin deverên ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) kontrol dike? Çimkî YPG destûrê nade wan. Ger di demên pêş de çareseriyeke siyasî pêk were dê Efrîn ya hemû Sûriyeyiyan be."

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (526)

    Bi heman mijarî:

    Tillerson ji bo Efrînê: Bifikar in
    Lavrov û Tillerson ji bo bakurê Sûriyeyê axivîn
    Tillerson: Heta tunekirina DAIŞê em ji Sûriyê dernakevin
    Lavrov û Tillerson rewşa li Rojava axivîn
    Tillerson bi wezîrê tirk re axivî
    Etîketan:
    Dîplomasî, Tillerson, Çavuşoglu, Efrîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de