04:50 23 Nîsan 2018
    Recep Tayyîp Erdogan

    AKP dixwaze unwana ‘gazî' bide Erdoganî

    © REUTERS / Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Parlementerê AKPê yê Stenbolê Metin Kulunk ji bo ku unwana gazîtiyê bidine Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan pêşnûmaya amade kir.

    Kulunk pêşnûmayek amade kir û tê de destnîşan kir, "Unwana gazîtiyê bo Erdogan hem ji bo berdewamiya kevneşopiyekê hem jî ji bo biryardariya Tirkiyeyê biryardar dê bibe sembolek."

    Parlementerê AKPê Kulunk derbarê pêşnumaya de got, "Yên ku bi can û malê xwe xezayan birêve dibin, yên ku li ser sengera radiwestin, yanî yê ku ji bo welêt birîndar dibin unwana gazîtiyê distînin. Damezrînerê komara me Ataturk giraniyek daye vê unwana giranbuha. Serokomar Erdogan di rêya azadiya tam û temam a serxwebûnê de, ne tene destê xwe hemû giyanê xwe terxan kiriye, bi taybetî piştî itiraza xwe ya li Davosê ya ‘One Minuet' bûye hedefa sengeran, weku kes bûye muxatabê êrişan. Lewra serokomarê me ji layê manewî ve di gelek sengeran de li ber xwe daye. Bo nimûne Krîza 7ê Sibatê ya MÎTê, Bûyerên Geziyê, Hewildanên 17/25ê Berfanbarê û rawestandina TIRên MÎTê sengerên dî ne."

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Em ji operasyona Efrînê venagerin
    Rojnameya ji bo êrîşa li dijî Efrînê got 'dagirkerî' piştî gotinên Erdogan rastî êrîşê hat
    Dîmenên kurê Erdogan ên li Navenda Birêvebirina NHByan hatine parvekirin
    Erdogan li ser operasyona Efrînê gef li HDPê xwar
    Etîketan:
    unwan, Pêşnûma, Kulunk, Erdogan, Enqere, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de