16:38 19 Sibat 2018
Zindî
    Alên Amerîka û Tirkiyeyê

    Ji Tirkiyê bo Amerîkayê: Divê hemû çekên wan bên komkirin

    © REUTERS/ Darren Ornitz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 04

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag li ser daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ku fikarên xwe yên bo operasyona Efrînê anîbû ziman û gotibû, ew dikarin ji bo herêma ewle bihevre bixebitin, daxuyanî dan.

    Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson derbarê operasyona Efrînê ya Tirkiyê de gotibû, ew dikarin li pêşerojê hevkariyê bi Tirkiyê re bikin û diyar kiribû, ew li ser avakirina herêma ewle li Sûriyê jî dikarin bi Tirkiyê re bixebitin.

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê Bekîr Bozdag li ser daxuyaniya ‘ew dikarin ligel hev bixebitin' a Tillerson got, divê pêşî çekên ku dane HSD-YPGê kom bikin.

    Bozdag li ser şertê hevkariya bi Amerîkayê re wiha axivî: "Divê çekên ku dane kom bikin. Ji Tirkiyê re gotibûn ku ew dê wan kom bikin. Rêya hevkariyê diyar e; rawestandina dayîna çekan, berhevkirina çekên hatine dayîn. Em ji hevkariyê re amade ne."

    Berdevkê hikûmeta tirk herwiha îdia kir ku piştî destpêkirina operasyona Efrînê, YPGê girtiyên DAIŞê ji bo şerê Tirkiyê bikin serbest berdane

    Bi heman mijarî:

    Hevseroka KCDê Leyla Guven hat binçavkirin
    Rojnamevanê kurd li Efrînê birîndar bû
    Helwesta partiyên kurd bo Efrînê: Şikestina Efrînê şikestina hemû kurdan e
    Çar top avêtin derdora Amûdê
    Mogherini: Em ji operasyona Efrînê gelek bi fikar in
    Nûnerê Rojava: Em bi Tirkiyeyê re li ser heman maseyê rûnanên
    HSD şandina piştgiriyê ji bo Efrînê dinirxîne
    Etîketan:
    Efrîn, Tirkiye, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de