08:40 20 Sibat 2018
Zindî
    Polês - şer- pevçûn - qedexe- operasyon - çalakî

    Dadgeha Bilind biryar da: Ne sûc e ku ji polêsan re bê gotin ‘hun weke pisîkan e’

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Dadgeha Bilind kesê ku li derve bi polêsan re peç çû bû û ji wan re gotibû "Hun weke pisîkan e, dema hun uniforma li xwe dikin dibine şêr" bi hinceta tawanê bi salek û 4 mehan dihate darizandin mafdar dît û berat da.

    Li gorî nûçeya Oya Armutçu ji rojnameya Hurriyetê welatiyê bi navê U.Ç par bi polêsan re pev çû bû ji wan re gotibû gotibû "Hun weke pisîkan e lê dema hun uniformayan li xwe dikin dibine mîna şêran" Polêsan li ser vê yekê serî li dozgeriyê dabû. Dozgeriyê derbarê welatî de bi îdiaya ku ‘heqareta li ewezîfedarê dewletê' doz vekiribû.

    Dadgeha 2yemîn a Sulh Cezayê ya Eskişehirê ev gotinên U.Ç weke heqaret qebûl kirin û welatiyê bi navê U.Ç. bi salek û 4 mehan bi cezayê girtîgehê sizadan kir.

    U.Ç ji bo temyîzê serî li Dadgeha Bilind da. Dadgeha Bilind serîlêdana U.Ç nirxand û got, ev gotin ‘heqaret' nayên hesêb û ne ‘sûc' in. U.Ç beraat kir.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şandeya dadgehê ji parastina parêzerê Zeydan re got: ‘hûn me aciz dikin’
    Dadgehê biryara xwe ya derbarê Abdullah Zeydan de eşkere kir
    Dadgehê daxwaza girtina polisên ku bi panzêrê 2 bira kuştibûn red kir
    Dadgehê biryar da gotina ‘xayinê welêt' ya ji bo Demirtaş ne heqaret e
    Dadgehê serlêdana Demirtaş red kir
    Mehmet Agar, li dadgehê ji bo kê bû kêfîl?
    Etîketan:
    darizandin, Dadgeh, Eskişehir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de