00:56 26 Nîsan 2018
    Avahiya HDPê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin

    Ji bo du parlamentarên HDPê lêpirsîna Efrînê

    © Sputnik / Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)
    0 10

    Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo Parlamentarê Wanê yê HDPê Nadîr Yildirim û Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen bi hinceta ku li ser twitterê banga xwepêşandanê ji bo Efrînê kirine, lêpirsîn da destpêkirin.

    Serdozgeriya Enqereyê bi hinceta ku Parlamentarê Wanê yê HDPê Nadîr Yildirim li ser hesabê xwe yê twitterê banga çalakiyan ji bo piştgiriya Efrînê kiriye û bi tohmeta ‘teşwîqkirina kîndarî û dijminatiya gel' lêpirsîn da destpêkirin.

    Herwiha ji bo Berdevkê HDPê parlamentarê Qersê Ayhan Bîlgen jî heman dozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin.

    Di daxuyaniya dozgeriyê de hat gotin, "Derbarê kesên li ser medya civakî bi hinceta operasyona Efrînê banga derketina derve li gel dikin û hewil didin aloziyan derxin, lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin."

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (520)

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên Tirkiyê di bin aşîtê de man: 5 mirî
    Nûnerê ENKSê: Êrîşa Efrînê ne ya ser partiyekê ye, ya ser hemû kurdan e
    Îran ji bo operasyona Efrînê: Em hêvî dikin zûka bi dawî bikin
    Erdogan li ser operasyona Efrînê gef li HDPê xwar
    Esad ji bo Efrînê: Ji siyaseta Tirkiyeyê ya piştgira terorê nayê veqetandin
    CHP: Em piştgiriyeke tam didin operasyona Efrînê
    Etîketan:
    Efrîn, HDP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de