20:01 21 Sibat 2018
Zindî
    Daxuyaniya Efrînê ya HDP - KCD - KJA - Amed

    Li Amedê bi ‘dehfan’ çalakîya piştgirîya Efrînê!

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)
    0 04

    Çalakîya rêxistina HDPê ya Amedê, KCD, KJA û nûnerên saziyên kurd rastî mudaxaleya polîsan hat. Polîsan, ji bo ji hindirê avahiyê dernekevin derve HDPyî dehf dan, HDPyîyan jî ji bo derkevin derve polis dehf dan. Di çalakiyê de dimênên balkêş derketin holê.

    Rexistina HDPê ya Amedê, KCD, KJA û nûnerên saziyên kurd xwestin ku li ber avahîya xwe ji bo şermezerkirina operasyona Efrînê daxuyanî bidin.

    Berîya daxuyaniyê bi sedan polîs li dora avahîya HDPê bi cih bûn û avahî ji çar alîyan ve dorpêç kirin.

    Kesên xwestin werin ber avahiyê rastî astengîya polîsan hatin. Di heman demê de gelek polîsan jî ber deriyê avahiyê girtin.

    Dema nûnerên partî û saziyên kurd xwestin derkevin derve ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Hevdîkinên di navbera polîs û HDPyîyan de jî bê encam man.

    Daxuyaniya Efrînê li ber avahiya HDP ya Amedê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Daxuyaniya Efrînê li ber avahiya HDP ya Amedê

    Hevserokê Giştî yê DBPê Mehmet Alî Aslan li ber benda polîsan xwest dengê xwe bigihîne rojnamageran ku li paş benda polîsan bûn û daxuyaniyê wiha bide, lê polîsan devê Aslan girt û destûr neda daxuyaniyê bide.

    Polîs li ber avahiya HDPê ya Amedê
    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Polîs li ber avahiya HDPê ya Amedê

    DI ÇALAKIYÊ DE DÎMENÊN BALKÊŞ

    Alozîya ber avahîya HDPê demek dirêj dewam kir. Dema HDPyîyan hewl da ku ji hindirê avahiyê derkevin polîsan, ji bo ji hindirê avahiyê dernekevin derve HDPyî dehf dan, HDPyîyan jî ji bo derkevin derve polîs dehf dan. Di çalakiyê de dimênên balkêş derketin holê.

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (370)

    Bi heman mijarî:

    Ozçelik: Êrîşên li ser Efrînê li dijî mirovahiyê ye, li dijî hebûna miletê kurd ê mazlûm e
    Hemû partî û aliyên siyasî ji bo Efrînê li Hewlêrê dicivin
    Dozgeriya Amedê ji bo Hevseroka KCDê lêpirsîna Efrînê da destpêkirin
    HSD: Dibe operasyona Tirkiyeyê bibe sedem ku DAIŞ dîsa vegere
    YPGê îdîayên derbasbûna Artêşa Tirkiyeyê red kirin
    YPJ: Me li gundekî Cindêrisê êrîşeke Artêşa Tirkiyeyê têk bir
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de