07:43 27 Nîsan 2018
    YPG - Eşme - Kobanî

    YPGê îdîayên derbasbûna Artêşa Tirkiyeyê red kirin

    © AP Photo / Mursel Coban
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Yekîneyên Parastina Gel(YPG) îro yekşemê îdîayên Artêşa Tirkiyeyê ku ketine Efrînê red kirin.

    Berdevkê YPGê yê li Efrînê ragihand ku îdîayên Tirkiyeyê ku artêşa wan ketiye bajarê Efrînê ne rast in.

    Li gorî nûçeya Reutersê, berdevkê YPGê yê Efrînê Brûsk Heseke gotiye, hêzên Artêşa Tirkiyeyê û hevalbendên wê hewl daye ku sînorên Efrînê derbas bikin lê piştî pevçûnan têk çûne.

    Herwiha Berdevkê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûdî jî ragihandiye ku hemû êrîşên bejahî yên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê hatine têkbirin û neçar mane ku vekişin.

    Ji aliyê din ve, Ronahî TV îdîa kir ku niha 2 tankên artêşa Tirkiyê li Cindêresê hatine teqandin û dişewitin.

    Hêjayî gotinê ye ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ragihand ku leşkerên tirk îro saet 11:05 ji Gulbabaya Kilîsê ya himberî Bilbila Efrînê ketine Sûriyeyê.

    Yildirimî gotibû ku "heta niha birîndarên wan tine ne."

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘DYA piştgiriya YPGê bidomîne, dibe ku bakurê Firatê bibe serbixwe yan jî nîv serbixwe’
    Dişên DAIŞî reviyan cem YPGê
    'Ji niha pê ve em ê li dijî YPGê û Artêşa Sûriyeyê şer bikin'
    Siyasetmedarê Sûriyeyî: Îhtimala şerê YPGê û artêşa Sûriyê nîne
    Berdevkê Koalîsyonê: YPGê em dawetî Sûriyê kirin
    Trumpê ku gotibû êdî ji YPGê re çek tune, careke din biryara şandina çekan pejirand
    McGurk: Em ê di dayîna çekên YPGê de guherandin bikin
    Etîketan:
    YPG, Brûsk Heseke, Nûrî Mehmûd, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de