11:19 19 Sibat 2018
Zindî
    Efrîn

    Artêşa Tirkiyê bi rêya bejahî hewil dide bikeve Efrînê

    © REUTERS/ Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)
    0 07

    Ajansa Anadoluyê yê tirkî ragihand ku Artêşa Sûriyeya Azad a ku Tirkiye piştgiriya wê dike dest bi operasyona bejahî kiriye.

    11:30 ARTÊŞA TIRKIYEYÊ: 153 ARMANC HATINE BOMBEBARANKIRIN

    Artêşa Tirkiyeyê derbarê operasyona li dijî Efrîn de daxuyaniyek da û tê de ragihand ku heta niha 153 armanc hatine bombebarankirin

    11:10 SEROKWEZÎRÊ TIRKIYEYÊ BI NÛNERÊN MEDYAYÊ RE CIVIYA

    Serokwezîrê Tirkiyeyê Binali Yildirim ji bo agahdarkirina derbarê operasyonê de li Stenbolê bi nûnerên medyayê re civiya. Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Nurettin Canikli, Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP û berdevkê partiyê Mahir Unal û Şêwirmendê Serokwezîrîtiya Yirkiyey3e Fuat Oktay beşdar bûn.

    10:50 TANKÊN TIRKIYEYÊ PPIŞTGIRIYÊ DIDIN ASAYÊ

    Medyaya tirkiyeyê radigihîne ku tankên Artêşa Tirkiyeyê piştgiriyê didin ASAyê ku li gorî agahiyên wan vê sibehê dest bi operasyona bejahî kiriye.

    10:40 ARTÊŞA TIRKIYEYÊ HEWL DIDE TÊKEVE BILBILÊ

    Hevserokê Heyeta Têkiliyên Derve yê Herêma Cizîrê Ebdulkerîm Omer li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku Artêşa Tirkiyeyê li gel topbaranê hewl dide têkeve ku gundê Balyayê yê Herêma Bilbila Efrînê û YPGê jî bersivê dide û nahêle bi pêş de biçe"

    08:50 OPERASYONA BEJAHÎ DEST PÊ KIR

    Fermandarê Amerîkî Joseph Votel
    © REUTERS/ Kevin Lamarque
    Ajansa Anadoluyê li ser zimanê peyamnêrên xwe yên li herêmê ragihand ku Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) a ku Artêşa Tirkiyeyê di çarçoveya operasyona li dijî Efrînê de dest bi êrîşa bejahî kiriye û "bi pêş de diçe".

    Tirkiyeyê duh operasyona xwe li dijî Efrînê dabû destpêkirin ku duh li gorî agahiyên Artêşa Tirkiyeyê dane, balafiran ji 113 armancên diyarkirî, li 108an xistiye.

    YPGê jî daxuyaniyek dabû û ragihandibû ku di encama bombebarana Artêşa Tirkiyeyê û balafirên şerî de, 6 welatiyên sivîl û 3 endamên YPGê jiyana xwe ji dest daye. Herwiha 13 welatiyên din jî birîndar bûn.

     

     

    Mijar:
    Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (343)

    Bi heman mijarî:

    PDK-Îyê li ser Efrînê got: Divê kurd yek bin
    Berdevkê YPGê yê Efrînê: Di bombebarana artêşa Tirk de 7 sivîl birîndar bûne
    Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê: Leşkerên me yên li Efrînê vekişiyane herêmeke din
    Rûsya derbarê operasyona li dijî Efrînê ya Tirkiyeyê de daxuyanî da
    Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê
    Etîketan:
    Artêşa Azad, YPG, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de