‘AKTORÊN MEZIN LI HEMBER HEWILDANA TIRKIYEYÊ DUDIL IN'
Demir di axaftina xwe destnîşan kir, "Aktorên mezin li hember hewildana Tirkiyeyê dudil in, helwesteke zelal nîşan nadin. Dibe ku heta derekê mudaxilî pêvajoyê nebin lê li ser îhtimala mezinbûna şer dê têkevine dewrê, lê xuyaye heta derekê aktorên mezin destûr dane operasyonê."
‘WER XUYA YE HETA DEREKÊ AMERÎKA JÎ Û RÛSYA JÎ DESTÛR DANE TIRKIYEYÊ"
Demir di ber dewamiya axaftina xwe de got, "Rûsya û Amerîka li Sûriyeyê ji bo pêşiya xwe vekin û pozîsyonên xwe yên li wir diyar bikin, heta derekê hpevgirtinên wiha di ser Tirkiyeyê birêve diçin, lê piştî demeke ku konsensus û rêkeftinek çêbû, dibe ku mudaxele bikin. Niha herdu dewlet jî pêşiya xwe vedikin û pozîsyonên xwe raçav dikin. Xuyaye heta demekê Amerîka jî û Rûsya jî dê destûrê bidine Tirkiyeyê."
‘BI RIHÊ KOBANIYÊ ME HEVPARIYEK BO EFRÎNÊ HEYE'
Demir wiha dawî li axaftina xwe anîn, "Piştî operasyonê û daxuyaniyan, pêwendiyên me bi enî û Weqfa Aştiyê û rêxistinên aştîxwaz ên demokratîk re didomin. Heftiya bihûrî me derbarê rewş û rûdanên dawî de birrek hevdîtin pêk anîn û hîn jî hewildanên me didomin û piştî daxuyaniyên dawî, me demildest toreke ragihandinê pêk anî, sibe jî em dê bi vê mijarê bicivin. Bi rastî jî ji bo derketina qadan bi rihê Kobaniyê me behremendî û hevpariyek bo Efrînê heye."
Hemû şirove
Pêşandana şiroveyên nuh (0)
Berseva li ser(Pêşandana şiroveyêGirtina şiroveyê)