08:24 27 Gulan 2018
Erdogan

Erdogan: Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir

© REUTERS / Umit Bektas
Tirkiye
Lînkê kurt
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)
0 03

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Kutahyayê di kongreya partiya xwe de axivî û got, Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir. Piştî Efrînê em dê bi Minbicê berdewam bikin.

Serokomarê tirk Erdogan li Kutahyayê axivî got, Li Sûriyeyê navê xwe diguherînin û me dixapînin. Dibên muhafizên sînoran, dibên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), dibên rêxistineke ewlehiya hundir e. Hun kî dixapînin yaw? Navê vê rêxistinê Partiya Karkerên Kurdistnê (PKK) ye, Yekîneyên Parastine Gel (YPG) ye.

Hin xalên sereke yên axaftina Erdogan li Kutahyayê wiha ne:

  • Yek derdikeve dibêje em dê ‘artêşeke ava bikin' yekî din dibêje ‘armanceke me ya wisa tune ye', yekî din ‘em dê muhafizên sînoran pêk bînin' Hîn ev gotin sar nebûne rêxistineke ewlehiyê ya hundirîn derdikeve. Ya haya wan ji hev tune ye ya jî derewa yê berê xwe ne bihiztiye û her yek ji tiştekî din dibêje."
  • Bi ser de jî ji ber ku hêzên kurd Tirkiyeyê hedef nagirin heçku mafdar in, wisa tevdigerin. Çi dibe, bila bibe. Li qadê çi diqewime, em li wê dinerin. Em hatin û em dê bên.

‘PIŞTÎ EFRÎNÊ EM DÊ BI MINBICÊ BERDEWAM BIN'

  • Operasyona Efrînê bi awayekî fiîlî destpê kir. Em dê bi Minbicê berdewam bin. Paşê jî em dê gav bi gav vê terorê paqij bikin. Me ji bilî dahatuya Sûriyeyê û daxwazên wê yên demokratîk tu berjewendî û fikir tune ne.
  • Berevajî wê tevî ewlehiya me ya netewî me mazûvaniya 3 milyon û nîv penaberî kiriye. Em van gavan ji bo ewlehiya birayên me yên Sûriyeyî, ji bo hizûr û pêşeroja wan diavêjin
  • Li Sûriyeye kî dagirker e, ez bibêjim? Her kesên ku gelên Suriyeyî tevî zar û zeçan qetil dikin dagirker in. Ji kesên ku nêzîkî milyonek Sûriyeyî qetil kiriye, mezintir dagirker heye gelo?

‘MADEM SOZÊN KU LI MINBICÊ NE ANÎNE CIH, KES NIKARE TIŞKÎ BIBÊJE'

Erdogan wisa berdewam kir, "Madem sozên ku li Minbicê ne anîne cih, li ser vê yekê tu kes nikare tu gotinan bike. Êdî Tirkiyeyeke ku bi 3-5 leşkeran darbeyê bikin, bi 3-5 manşetên rojnameyan hikûmetê hilweşînin tune ye. Di dema Geziyê de bi ser neketin. PKKê xistine dewrê û xwestin bi çalakiyên wê hizûra me xira bikin. Li Sûriyeyê, Iraqê senaryoyên cuda cuda ceribandin. Niha jî dixwazin korîdora terorê têxine dewrê. Em dê ji heq vê jî derkevin."

 

 

Mijar:
Operasyona Tirkiyeyê li dijî Efrînê (527)

Bi heman mijarî:

Şêwirmendê Erdogan: Dibe em îro an jî çend demjimêrin din bikevin Efrînê
Kemal Kiliçdaroglu: Erdogan bila kesên ku bi kefên pêşwaziya wî dikirin bişîne Efrîne.
Siyasetmendarê Herêma Kurdistanê: Gefên Hikûmeta Erdogan li ser Efrînê nayên qebûlkirin
Etîketan:
Erdogan, Kutahya, Efrîn
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de