19:45 21 Sibat 2018
Zindî
    Niştecihekî sûrê bertek nîşanê wezîrê tirk da

    Niştecihekî Sûrê bertek nîşanî wezîrê tirk da: Mala me xera kirin û em li kolanan hiştin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 10

    Li Amedê niştecihekî Sûrê xwet bi Wezirê Hawirdor û Bajarvanî Mehmet Ozhaseki re biaxive lê wezîr ew guhdar nekir. Welatiyê kal bertek nîşanî wezîr da û bi dengekî bilind got "Mala me xera kirin û em li kolanan hiştin."

    Wezirê Hawirdor û Bajarvanî Mehmet Ozhaseki ji bo beşdarî hinek bernameyên partîya xwe bibe doh çû bajarê Amedê. Wezîr Ozhaseki bi parlamanter û nunerên AKPê re li Mizgefta Mezin ya Amedê nimêja înê kir. Piştî nimêjê dema Wezîr Ozhaseki û parlamanterên AKPê ji mizgeftê derketin niştecihekî Sûrê yê kal hat pêşiya wezîr û got "Birêz Wezirê min ez dixwazim bi te re biaxivim." Lê Wezir Ozhaseki li kalo guhdar nekir û meşa xwe dewam kir. Parazvanên derdorê xwest ku kalo dur bixe lê kalo israr kir û dîsa bang wezîr kir. Welatiyê kal bertek nîşanî Wezîr Ozhaseki da û bi dengekî bilind got "Li Sûrê xaniyê me xera kirin û em li kolanan hiştin."

    ‘EZ DIBÊJIM LÊ PERE NAKE'

    Li ser berteka kalo Parlamanterê AKPê yê Amedê Galip Ensarioglu hat û hinek ew guhdar kir. Dema kalo behsa xaniyê xwe yê hat xera kirin kir û got "Ez dibêjim lê dîsa pere nake. Xaniyê mi xera kirin û hêj çênekirine. Em li kolanan man. Tu pêşketin çênebuye. Amed bê xwedî ye" Ensairoglu jî meşa xwe dewam kir û ew guhdar nekir. Piştre polisan welatiyê kal birin û wî ji qadê durxistin.

    Bi heman mijarî:

    Belgefîlma li ser Sûrê hat qedexe kirin
    ‘Berhemên dirokî yên Sûrê li ku ne?'
    ‘AKP bila ji bo Cizîr û Sûrê jî rexnedayîna xwe bide'
    Kemalbay: Dixwazin Sûrê bêmirov bihêlin
    Şêniyên Sûrê di bin dorpêça polîsan de kundiran hişk dikin!
    Etîketan:
    sûr, bertek, Mehmet Ozahaseki, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de