16:47 24 Sibat 2018
Zindî
    Demirtaş - komkujiya enqerê

    Kaplan: Demirtaş li ber biryarekê ye, gelê me û partî bixwaze dikare wî razî bike

    © Foto: HDP Basın Bürosu
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 60

    Parlamentarê berê yê HDPê Hasîp Kaplan piştî parvekirinên xwe yên ser twitterê yên derbarê ‘Nabe kesekî tirk bibe hevserokê HDPê û çav berde cihê Demirtaş’ wekî parêzer li girtîgeha Edirneyê bi Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş hevdîtinek pêkanî.

    Hasîp Kaplan piştî serdana girtîgehê da xuyakirin ku hevdîtina wî ya digel Demirtaş gelekî baş û berhemdar derbas bûye û ragihand, partî û gel bixwaze dikare Demirtaş ji bo namzediya hevseroktiyê razî bike.

    ‘TEKANE LÎDERÊ PÊŞEROJA WÎ HEYE DEMIRTAŞ E'

    Kaplan li ser pirsa rojnamevanan wiha axivî: "Me hevdîtineke gelekî bi kêf pêkanî. Silav û rêzên wî ji gelê me re hene. Pêvajoyê pir ji nêzîk ve dişopîne. Bawer bikin, niha tekane lîderê pêşeroja wî heye Selahattîn Demirtaş e. Yên din hemû yên çûyînê ne. Lewra fikr û raman mirovan didin jiyandin. Û heger li pişt hinekan gel hebe, ew dê bijî û bê jiyandin. Rewşa niha jî ev e. Birêz Demirtaş jî dişopîne. Em nikarin bibêjin biryareke teqezî ye. Ger gelê me bixwaze dikare Demirtaş razî bike. Partî bixwaze dikare wî razî bike."

    Kaplan piştî serdanê got, ew li ser daxwaza Demirtaş hatiye serdana wî û diyar kir ku wî ji Demirtaş re jî gotiye, ya rast ew e ku kesekî kurd bibe hevserokê HDPê, lewra ji kevneşopiya Partiya Demokrasî û Aştiyê (DBP) heta niha wisa bûye.

    ‘BÎRXISTINA RÊZIKÊN PARTIYÊ NE NIJADPERESTÎ YE'

    Kaplan li ser nirxandina daxuyaniyên wî yên twitterê bi awayekî nijadperestî jî diyar kir, "Qet tiştekî wisa ne mijara gotinê ye. Ez di berdewama twîtên xwe de dibêjim, li gor rêziknameya partiyê divê yek ji hevserokan jin yek jî mêr be. Yek tirk yek jî kurd be. Ji pêkhateyên cuda bin. Çima bibîrxistina rêziknameya partiyê bibe nijadperestî."

    Bi heman mijarî:

    Ji doza Geziyê cezayê hepsê li Karacagila ku li Reqayê hatibû kuştin hate birîn
    Pisporê rûsî: Dê hêzên Amerîka û Tirkiye piştgiriya wan dike şerê hev bikin
    Li St. Petersburgê du dikanên fermî yên Kûpaya Cîhanê ya FIFA 2018an vebûn
    Ji bo Kazan Arenaya Tataristanê pêşniyara muzexaneya sporê
    Neteweyên Yekbûyî: Em ji êrîşa li ser Efrînê bi fikar in
    Moşekên S-400 ji bo Amerîka çima pêximker in?
    Amerîka: Operasyona Efrînê îstiqrarê nayêne
    ‘Dibe Pêşmerge çekan ji YPGê re bişînin'
    Etîketan:
    HDP, Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de