02:29 21 Gulan 2018
    Telefona Mobayl - Smartfon

    Êdî smartfon ji dêvla bilêtan ve têne bikaranîn

    © Sputnik / Grigoriy Sisoev
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin ku bi projeya ragihandina smart a Pergala Bîletên Elektronîk (ETS) dê telefonên mobayl ên biaqil (smartfon) wek bilet bêne bikaranîn.

    Hate diyarkirin ku bi Pergala Bîletên Elektronîk a mobayl di otobês, bapor û metrobûsan de hewcedarî bîletan û akbîlan namîne. Dema bikaranîna wesayîtên nava bajêr hewce nake telefonên nîşanî turnîkeyê bên kirin. Pergal bi awayekî otomatik hay ji însanan çê dibe û turnîk jixweber li ber însanan vedibe.

    Rêwî dikarin sepana ETSê daxine smartfonên xwe û ji dêvla akbîlan ve bikar bînin. Dema ku kontor qediyan jî bi rêya aplîkasyonê têne dagirtin.

    Pergala ETSê dê cara ewil di metroyan de were ceribandin. Pispor dibêjin ku bi vê sepanê qelbalixiya li ber turnîkeyan dê kêm bibe.

    Bi heman mijarî:

    Google sepana Drive digire
    Twitterê sepana weşana zindî li xwe zêde kir
    Ji şîrketek hollandayî sepana seksê
    Apple hemû sepanên Îranî ji App Storeyê derxistin
    Etîketan:
    Sepan, mobayl, Telefon, Teknolojî, Ayrilikçeşmesi, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de