10:00 20 Nîsan 2018
    Behçet Yildirim

    Parlamentarê Semsûrê bi 5 salan hat cezakirin

    © Foto : HDP Navend
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 02

    Parlamentarê bajarê Semsûrê yê HDPê Behçet Yildirim ku 20ê Sibata 2017an hatibû binçavkirin û piştre jî hatibû berdan, ji aliyê dadgehê ve hat cezakirin.

    Dadgeha Cezayê Giran a 1emîn li Semsûrê, 6 dosyayên dozê yên derbarê parlamentarê kurd de kirin yek.

    Behçet Yildirim bi hinceta di demên cuda de, ‘alîkariya rêxistina terorê', ‘propagandaya terorê' û ‘muxalefeta li dijî yasaya xwepêşandanan' kiriye, bi tevahî bi 5 sal cezayê girtîgehê hat sizadan.

    Piştî biryara dadgehê Yildirim ragihand ku ew dê serlêdana îtirazê bikin û li ser bûyerên navçeya Komurê ku 4 sal û 2 meh ceza hatiye dayîn jî got, mebesta wî tenê aramkirina rewşê û pêşîgirtina bûyeran bûye.

    Bi heman mijarî:

    "Karbidestiya Trumpî tine ku piştî têkbirina DAIŞê hêzan li Sûriyeyê bihêle"
    Li Tirkiyeyê Rewşa Awarte bo cara 6emîn hate dirêjkirin
    Wezareta Berevaniya Rûsyayê li ser civîna heyeta Tirkiyê daxuyanî da
    Rêzefîlmê kurdî yê Internetê ‘Zarên Me' dest bi weşanê kir
    Siyasetmendarê Herêma Kurdistanê: Gefên Hikûmeta Erdogan li ser Efrînê nayên qebûlkirin
    'Pêdiviya Tirkiyê bi kordînasyoneke operasyonel a digel Rûsyayê heye'
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de