02:31 20 Nîsan 2018
    YPG - HSD - Çekên Amerîkî Li Sûriyê

    Prof. Emre Bagce: Dibe ku aktorên global temînatek dabine kurdan

    © AP Photo / APTV
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Fethullah Ozmen
    0 01

    Profesorê têkiliyên navneteweyî yê Zanîngeha Marmarayê Emre Bagce ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku: "Aktorên global, aktorên din ji bo berjewendiyên xwe beralî dikin û balkêşand ser ku divê li Sûriyê kurd wekî navgîn neyên bikaranîn."

    Van çend rojên dawiyê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan derbarê Efrînê daxuyaniyan dide û dibêje em ê têkevin Efrînê. Herwiha Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu jî bang li Amerîka kir ku aliyê xwe hilbijêrê û Serokwezîr û Serokerkanê Tirkiyê jî xwestin ku Amerîka dest ji biryara avakirina Hêzên Parastina Sînorî berdin. Herwiha amadekariyên artêşa Tirkiyê jî ji bo operasyonê berdewam in. Ji hêla din ve jî YPG jî radighîne ku ew amadeye li dijî Tirkiyê têbikoşê û doh bang li civaka navdewletî kir ku li hember êrîşên Tirkiyê dengê xwe derxînin. Herwiha Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Faysal Miqdat jî îro daxuyaniyek ragihand û got: "Ger Tirkiye li dijî Efrînê operasyonekê li dar bixe, ew operasyon dê wekî êrîşekê were nirxandin û parastina hewayî ya Sûriyeyê amade ye li balafirên şer ên Tirk bide. Li ser vê mijarê Profesor Emre Bagce ku di têkiliyên navnetweyî de pisporê ji Spûtnîk Kurdistan re axivî.

    ‘DIBE KU AKTORÊN GLOBAL HIN TEMÎNAT DABINE KURDAN'

    Bagce destnîşan kir ku, dibe hin aktorên global temînat dabine kurdan û weha berdewam kir: "Derbarê vê yekê de ez ne xwedî agahiyeke rasterast im lê tişta ez dibînim ev e: Aktorên global, aktorên din ji bo berjewendiyên xwe beralî dikin û di demê kurt, navîncî û dirêj de jî wan wekî navgîn bikartînin. Li vê derê yek ji problemên bingehîn ew e ku divê li Sûriyê gelheya gelê kurd wekî navgîn neyê bikaranîne û divê aktorên din li vê yekê baldar bin. Dibe ku temînatek dabin kurdan, lê belê dema ku pêwistiya vê temînatê neanî cih, dibe ku çi biqewime? Yanî bi taybetî divê mirov bi wî awayî pirsan bike û li serê bifikire. Lê belê bi qasî ku ez dibînim, li vê herêmê, bi giştî dema em binerin, li herêma Rojhilata Navîn, divê jiyaneke bi aramî, ewlehî û baweriyê were ava kirin.

    ‘LI SÛRIYÊ RÛSYA Û AMERÎKA TÊDIKOŞ IN'

    Bagce da zanîn ku li Rojhilata Navîn Amerîka û Rûsya li derveyî axên xwe dikevin pêşbaziyê û weha pê de çû: "Lê bi taybet jî Amerîka, hinekî Rûsya jî, li herêmê li derveyî axên xwe pêşbaziyê dikin. Dema ku em ji aliyê dewletan ve jî û ji aliyê gelan ve jî li herêmê dinerin pir zehmete ku ev yek aştiyê bîne herêmê. Çi temînat hatibe dayin bila were dayin, tişta ku ez dibînim li vê derê Rûsya û Amerîka li hember hev têdikoş in. Mesela Amerîka di mijara Efrînê di dibêje me temînateke wisa nedaye, an jî difikire ku ji bo Rojhilatê Ferêt ve ez li meseleyê dinerim. Yanî divê hemû alî gelekî baldar bin."

    ‘NE JI BER BÛYERÊN WEKÎ YÊN KOBANÎ JÎ BE DIVÊ TIRKIYE KÊŞEYA EFRÎNÊ AŞTIYANE ÇARESER BIKE'

    Bagce li ser pirseke ‘di encama operasyona Efrînê de, li Tirkiyê dê bûyerên wekî 6-7 Cotmehê ku ji bo Kobanî derketibûn derkevin' weha axivî: "Ez nafikirim ku dê bûyereke bi vî rengî rû bide. Lê belê di esasê xwe divê Tirkiye mijara ketine Efrînê gelekî baş binirxîne. Ev tenê ne ji bo bûyerên ku dê li Tirkiyê derkevin, lê ji bo ku mesele bi awayekî aştiyane were çareser kirin, parastina yêkrêziya axên Sûriyê û ji bo ku dîsa tevgereke penaberên li derên cuda pêk neyê, divê mesele baş bê nîqaşkirin û nirxandin."

    Bi heman mijarî:

    'Piştî Idlîbê divê armanc Efrîn be'
    'Armanca operasyona Idlîbê Efrîn û Minbîc e'
    Şahoz Hesen: Efrîn ne kêmî Kobanî ye
    Erdogan: Wê Efrîn jî têkeve nava hevkariya me bi Rûsyayê re
    Erdogan: Em dê Efrîn û Minbicê aram bikin
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    Etîketan:
    temînat, Rûsya, Efrîn, Emre Bagce, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de