14:56 19 Nîsan 2018
    Hakan Fidan û Hulusi Akar

    Kalin: Derbarê serdana Akar bo Moskowayê daxuyaniyek da

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Serokomarê Tirkiyeyê Ibrahim Kalin li ser peyama Amerîkayê ku got artêşa YPG tune ye, "Em pêvajoyê ji nêz ve dişopînin" û got, Kalin diyar kir ku piştî serdana Akar a Moskowayê “dê tablo zelaltir bibe.”

    MGK Civîna Lijneya Milî ya Tirkiyê
    © REUTERS / Hakan Goktepe/Prime Minister's Press Office
    Ibrahim Kalin li ser serdana Sererkanê Tirkiyeyê Hulusi Akar û Musteşarê Îstîxbarata Milî (MÎT) Hakan Fidan bo Moskowayê got, General Akar û Fidan bi hevkarên xwe yên rûsî re hevdîtinan pêk tînin."

    Kalin da zanîn ku Tirkiye ji bo ewlekariyê dê gavên pêwist bêne avêtin û wiha berdewam kir, "Gavên ku Tirkiye dê bivaje ne li hember kurdên Sûriyeyê ne. PYD/YPG li Sûriyeyê kurdan temsil nake.

    ‘PIŞTÎ GOTÛBÊJÊN ÎRO DÊ TABLO ZELALTIR BIBE'

    "Kalin, "Mijara Efrînê doh li MGKê hate gotubêjkirin. Tirkiye ji bo fişarê PKKê,YPGê û DEAŞê Tirkiye ji bo ewlehiya xwe hemû tevdîr stendine. Beyî ku ez behsa hûrgiliyên operasyonan bikim, dikarim veya bibêjim ku piştî MGKya doh sererkan û musteşarê me yê MÎTê îro li Moskowayê gotûbêjan dikin. Ger ji Efrînê bo Tirkiyeyê destwerdaneke hebe, ji bo ewlehiya Tirkiyeyê dê gavên pêwist bêne avêtin. Piştî gotûbêjên îro dê tablo zelaltir bibe.

    ‘GAVÊN KU TÊNE AVÊTIN NE LI HEMBER KURDÊN SÛRIYEYÊ NE'

    Kalin, "Efrîn, Minbic an jî Cerablus ferq nake, gavên ku dê bêne avêtin ne l ihember kurdên Sûriyeyê ne. PYD û PKK kurdan temsil nake. Ji bo ku hemû nûnerên civaka Sûriyeyî li Soçiyê amade bin em hewil didin. Din ava van de dê ereb jî hebin, tirkmen jî. Dê kurd jî hebin lê dê endamên terorê tunebin."

     

    Bi heman mijarî:

    NATO serdana Tirkiyê dike
    Konsulê Tirkiyeyê serdana Bafil Talebanî û Hêro Ehmedê kir
    Balyozê Tirkiyeyê li Hewlêrê yê Hakan Karaçyir serdana Kosret Resûl kir
    Çavuşoglu bersiv da hişyariya Amerîkayê ya ji bo serdana Tirkiyê
    Sînemxan Bedirxan çû serdana PDKIyê
    Etîketan:
    dîplomasî, Serdan, Akar, Kalin
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de