19:06 25 Nîsan 2018
    CHP

    Parlamenterekî din ji bo serokatiya CHPê namzediya xwe eşkere kir

    © AP Photo /
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku Parlamenterê CHPê yê Yalovayê Muharrem Înce ji bo serokatiya giştî ya CHPê namzediya xwe eşkere kir.

    Kemal Kiliçdaroglu
    © Foto : Navenda Giştî ya CHPê
    Li gor zanyariyên berdest, Parlamenterê CHPê yê Yalovayê Muharrem Înce ji bo serokatiya CHPê dê bibe namzed. Tê pêşbînîkirin ku Înce roja duşemê bi civîneke çapemenî namzediya xwe eşkere bike.

    Piştî ku îdîaya namzediya Muharrem Înce li hinek ajansên çapemeniyê belav bû, Odatv jî li Înce geriya û îdîaya namzediyê pirsî. Înce jî bersivdayîna xwe de got: "Roja duşemê seet li 12.00an derbarê mijarê de ez ê daxuyaniyeke çapemeniyê bidim. Tabîkî ji bo serokatiya giştî ya CHPê ez ê bibim namzed."

    Herwiha Serokê Baroya Stenbolê yê berê Umit Kocasakal jî duhî namzediya xwe ya ji bo serokatiya CHPê eşkere kiribû. Li gor agahiyan, parlamenterê berê yê CHPê Umut Oran jî ji bo namzediyê kulîsan dike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    ‘CHPê Stenbol bexşî Erdogan kir'
    Reqîbê Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu eşkere bû
    Şaredarê CHPê yê ji kar hat dûrxistin spasiya Erdogan kir
    Partiya IYIyê pêşniyara tifaqê li CHPê û HDPê kir
    Parlamentarê CHPê: ‘MÎTa ku Ocalan anî, 4 serokên daîreyên xwe da PKKê’
    Di navbera HDPê û CHPê de tifaqa hilbijartinê pêkan e yan na?
    Etîketan:
    CHP, Muharrem Înce, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de