18:27 19 Nîsan 2018
    Berf

    Li bajarên kurdan ji ber berfê rêya 312 gundan hat girtin

    © REUTERS / Mike Segar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarên kurdan Wan, Mûş û Bedlîsê yên li Tirkiyê berfê dest pê kir û rêya 312 gundan hat girtin. Derbarê vê yekê de Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihand ku ji ber berf û bagerê rêya 88 gund û navçeyan hatiye girtin.

    Rêveberê Rê û Xizmetguzariyên Gihandinê ya Rêveberiya Taybet a Bedlîsê Umit Kurtkan jî da zanîn ku ji ber berf û baranê rêya 174 gundan hatiye girtin û tîmên wan ji bo vekirina rêyan bênavber karê xwe dikin.

    Rêveberê Rê û Xizmetguzariyên Gihandinê ya Rêveberiya Taybet a Mûşê Mehmet Şah Şenturk, da xwuyakirin ku li bajarê wan jî ji ber berf û baranê rêya 50 gundan û navçeyan hatine girtin û tîmên me ji bo ku hemwelatî mexdûr nebin karê vekirina rêyan bê navber didomînin û di demeke kurt de dê rêyan vekin.

    Bi heman mijarî:

    Li Çola Sehrayê berf barî, dîmenên balkêş derketin holê
    Berf û bahoz jiyan rawestand: Rewşa Awarte hat ragihandin
    Hewa diguhere û dê berf li Stenbolê bibare
    Pîleya germê dikeve, li Stenbolê berf dibare
    Li Qersê berf barî
    Di meha Gulanê de berf barî
    Li bajarên Kurdan berf bariya
    Etîketan:
    , Bager, berf, Mehmet Şah Şenturk, Umit Kurtkan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de