14:48 19 Nîsan 2018
    Mevlut Çavuşoglu

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê: Daxuyaniyên Amerîkayê operasyona Efrînê bi paş de nexistiye

    © REUTERS / Yiannis Kourtoglou
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu got ku "daxuyaniyên Amerîkayê yên ku dê artêşeke sînoran ava neke dê nebe sedem ku operasyona li dijî Efrînê were bipaşdexistin." Çavuşoglu diyar kir ku divê operasyona Efrînê bi awayekî kordînekirî li gel Rûsyayê pêk were.

    Çavuşoglu hûrgiliyên civîna xwe ya li bajarê Vancouverê yê Kandayê ya li gel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillersonî eşkere kirin û diyar kir ku gotinên Tillersonî yên "em hesasiyetên Tirkiyeyê fêm dikin" em tetmîn nekirine.

    Herwiha Çavuşoglu got ku Amerîkayê ew sozên berê ji bo Minbicê dabûn neanîne cih û ti gav neavêt û wiha pê de çû: "Daxuyaniyan bi temamî em tetmîn nekirin. Amerîkayê soza berhevkirina çekan dabû. Divê ev soz werin cî".

    Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu li gel kanala tirkî CNN Turkê axivî û wiha got:

    • Tillersonî got ku divê em ji wan nûçeyên di rojnameyan de derdikevin bawer nekin. Min jî jê re got ku "avakirina qaşo artêşa rêxistina terorê, bandoreke xerab li têkiliyên me dike. Em hêvî dikin ku tiştekî wiha ne rast be."
    • (Piştgiriya Amerîkayê ya terorê) dê zirarekê li têkiliyan bike ku veger jê tine. Van bi temamî em tetmîn nekirine. Ma ne, bi xelasbûna Reqayê, hevparî dê xelas bibûya. Çek dê nedana. Ev alîkariyên niha ji bo YPGê tên kirin, di bingehî de sînorên Sûriyeyê tehdîd dike."
    • Ji bo jinavbirina tehdîdan, ez neçar im ku bi xwe bergiriyên xwe bigirim. Wan ji me re got ku em hejmara seriyel a çekan digirin. Serokkomarê me yê birêz got ku ev di pratîkê de ne guncav e û ev him ji Trumpî re û him ji kesên pêwendîdar re jî got. Îro em dibînin ku ev nehatiye sepandin."
    • HSD
      © AP Photo / Syrian Democratic Forces
      Çavdêrên Rûsyayê li Efrînê gelekî kêm in. Ez jî hejmarê baş nizanim. Rûsya carinan hejmara leşkerên xwe kêm dike, carinan zêde dike. Li vê derê çavdêr hene. Gava em destwerdanekê li vir bikin, divê bi kordînasyon pêk bînin. Divê bandorê li çavdêrên rûs neke."
    • Heta îro me gelek gavên xwe bi hevahengiya li gel Rûsyayê avêtin. Li gel ku di hinek mijaran de ji serî de jî fikirên me yên cuda hene, lê em bi hev re dixebitin.
    • Di mijara qada hewayî de, em him bi Îranê re û him bi Rûsyayê re diaxivin. Divê em hevahengiyê ji bo destwerdana hewayî ya ji vir ve dabîn bikin.
    • Li Idlibê, ne tenê binpêkirinên rejîmê hene lê bipêşdeketina wê jî heye. Pêwîst e ku ev werin rawestandin. Ji bo dijberî bikare biçe Soçiyê, divê binpêkirin werin rawestandin. Em li ser van hemû mijaran bi Rûsyayê re diaxivin. Him ji bo Idlibê û him ji bo Efrîn û siberoja Sûriyeyê, em pêngavên pêwîst ên ku divê em biavêjin dinirxînin.
    • Alîkarê şêwirmendê me ji bo amadekariyên Soçiyê çû Rûsyayê. YPG dê ne li ser maseya li Soçiyê be.

    Bi heman mijarî:

    Çavuşoglu: Bila McGurk were guherandin, ew piştgiriya PKKê dike
    Çavuşoglu bi balyozê Îmarat û Erebistana Siûdî re krîza Qetarê nirxand
    Çavuşoglu: Erdogan ji bo krîza Qetarê wê bi Trump re biaxive
    Wezîrê Tirk Çavuşoglu piştî Qeterê diçe Qûweytê
    Dibe ku Lavrov û Çavuşoglu li Flîpînan bicivin
    Çavuşoglu: Em li dijî referandumê ne, lê divê mafê Hewlêrê jî were dayîn
    Etîketan:
    Mevlut Çavuşoglu, Îran, Rûsya, Sûriye, Efrîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de