19:54 21 Sibat 2018
Zindî
    YPG

    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya Amerîka ya li ser YPGê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul li ser daxuyaniya Amerîka ya di derbarê YPGê de got, "Nabe Tirkiye li hemberî rêxistineke ku ji bo sînor û ewlehiya me metirsî be, qet bêdeng bimîne."

    Li ser gotinên Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ku gotibû, "Em deyndarê Tirkiyeyê ne ku divê em daxuyaniyekê bidin wan. Ev bi tevahî şaş hatiye şîrovekirin û nirxandin û hinek kes şaş peyivîn. Em ti hêzeke ewlehî ya sînor ava nakin" Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Abdulhamit Gul bersiv da.

    Gul di televizyona NTV ya Tirk de li ser van gotinên Tillerson diyar kir ku ev gotin bi tevahî gelekî girîng in û got, "Nabe Tirkiye li hemberî rêxistineke ku ji bo sînor û ewlehiya me metirsî be, qet bêdeng bimîne. Daxuyaniyeke wisa gelekî girîng e. Divê çekên ku Amerîkayê şandine, şûnde werin vegerandin."

    Wezîrê Dadê yê Tirk li ser siyaseta navxweyî ya Tirkiyeyê jî parast ku partiya îro herî zêde dengan ji kurdan digire, partiya wan AKP ye.

    Bi heman mijarî:

    Amerîkayê li ser avakirina 'Hêza Ewlehiyê ya Sinor' daxuyanî da
    'Siyaseta Amerîkayê ya Sûriyeyê û budçeya ji bo perwerdekirina HSDê veqetandiye diyar bûn'
    New York Times: Plana Amerîkayê destpêka şerekî mezin e, dewleta kurdî di nav planan de ye
    Rûhanî li ser hebûna hêzên Amerîkayê yên li Sûriyeyê axivî
    Amerîkayê alîkariya bo Filîstînê rawestand
    Etîketan:
    bersiv, YPG, Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Abdulhamit Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de