17:31 20 Nîsan 2018
    Binali Yildirim

    Yildirim: Divê Amerîka helwesta xwe ya aştiyane nîşan bide

    © REUTERS / Costas Baltas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Tirkiyê Binali Yildirim, ragihand ku daxuyaniy3en cuda derbarê 'Hêzên Parastina Sînor' yên ku dê Amerîka ava bike de tên. Ev nîşaneya tevlîheviya serê wan e. Em ê nehêlin ku li sînorên me artêşeke terorî were saz kirin. her cure tevdîr dê bê girtin.

    Yildirim ji 82 amirê emniyetê re axivî ku Wezareta Karen Naxweyî bangî wan kiribû ji bo werin Enqerê û derbarê Amerîka de ev tişt gotin: "Kirinên li Sûriyê yên Amerîkaya ku di NATOyê de mutefîkê me ye, mixabin berovajî hiqûqa mutefîkiyê ne. Amerîka divê ser tevlîheviya xwe ji holê rake û helwesta xwe ji bo aştî û guherîna hiqûqa xwe ya bi Tirkiyê re nîşan bide.

    Yildirim derbarê gotin Wezîrê Karen Navxweyî Suleyman Soylu de ku berî niha gotibûn de jî weha axivî: "Dema erkdarên me yên ewlehiyê bi şîdete re têdikoşin divê di nava aqlê selîm û hiqûqê de bimînin. Ev yek gelekî girîng e.

    ÇI QEWIMÎ BÛ?

    Wezîrê Karen Navxweyî Suleyman Soylu berî niha gotibû: "Dema we li derdora dibistaneke firoşkarekî tiryakê dît piyên wî bişkînin, kî çi qasî min şermezar dike, çi qasî min rexne dike bila bike, polis erkdare ku piyên wî firoşkarî bişkîne. Bila sûc biavêjin ser min."

    Bi heman mijarî:

    Demirtaş ji doza Soylu beraat kir
    Baroya Stenbolê giliyê Suleyman Soylu kir
    CHPê giliyê Suleyman Soylu kir
    Soylu ji bo Kiliçdaroglu: Tu bêşeref û sextekarekî siyasî ye
    Soylu: Em ê biçin li serê Qendîlê rûnin
    Soylu: Em ê yek bi yek bi PKKyiyan re biaxifin
    Etîketan:
    amir, emniyet, hiqûq, Suleyman Soylu, Binali Yildirim, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de