04:06 22 Nîsan 2018
    Rojava

    Serokê Partiya Tirk: Ez bim, ez ê biçim bi PYDê re bipeyivim

    © AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di derbarê operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê axivî û got, "Ger têkevin Efrînê li hemberî xwe em dê tene leşkerên Amerîkayê bibînin." Karamollaoglu herwisa parast ku ger ew be, ew ê biçe bi PYDê re bipeyive.

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di derbarê rojevê de axivî û bal kişand ser mijara operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê.

    Mollaoglu di derbarê vê mijarê de got, "Ger em têkevin Efrînê û em derfeta pêşdeçûnê bibînin, bawer bikin em dê li hemberî xwe leşkerên Amerîkayê bibînin. Wê unîformayên xwe li hêzên herêmî yên li wir jî bikin. Ger biryar hatibe dayîn, ne 20 kîlometroyan, em ê 10 kîlometroyan biçin wê di ya 11an de sînor bikişînin."

    Mollaoglu li ser pirsa ‘dibe ku bi PYDê re hevdîtin were kirin an na?' got, "Divê bi her koma li Sûriyeyê re hevdîtin were kirin. Ger ez bim, ez ê biçim bi PYDê re bipeyivim û jê bibêjim, tu ne ji doza re, ji doza yekî din re xizmetê dikî."

    Bi heman mijarî:

    PYD: Rûsya dê li himber operasyona Efrînê bêdeng nemîne
    PYD: Efrîn dê bi tenê nemîne
    ‘Amerîka û PYD artêşeke nû ava dikin'
    PYD: Amerîka dê kurdan biparêze
    PYD: Me ji bo Soçiyê li ser navê Sûriyeya Bakur lîsteya 140 kesan pêşkeşî Rûsyayê kir
    Etîketan:
    hevdîtin, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP), PYD, Temel Karamollaoglu, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de