19:23 20 Nîsan 2018
    Kemal Kiliçdaroglu

    ‘CHPê Stenbol bexşî Erdogan kir'

    © Foto : Navenda Giştî ya CHPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya îro de ragihand ku CHPê hilbijartinên Stenbolê bexşî Serokomar Erdogan kir.

    Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadir Selvi di gotara xwe ya bi ser navê ‘Erdogan çima got li wêneyê mezin temaşe bikin' de ji bo îdîaya belavkirina peyamên ku Seroka Şaxa Stenbolê Canan Kaftancioglu got: "CHPê bi vê helwesta xwe hilbijartinên Stenbolê bexşî Serokomar Recep Tayyip Erdogan kir."

    Abdulkadir Selvi di berdewamiya nivîsa xwe de got: "Canan Katancioglu dibêje ‘dewlet neqatile, qatilê daîmî ye.' Başe gelo CHPeyî jî dewletê qatil dibînin? Kaftancioglu dibêje ‘Îro qetlîama ermeniyan destpê kir. Em hemwelatiyên xwe yên ermenî seet 19.15an li Taksîmê bibîr tînin'. Gelo CHPeyî jî wekî wê difikirin?

    Selvi di dirêjiya nivîsa xwe de got: "Wiha xuyaye ku pirsgirêka Canan xanim ne tenê bi civaka tirk re bi nirxên bingehîn ê CHPê re jî heye. Kaftancioglu got ‘wêneyê ku têde kevir tê avêtin ne aîdî min e'. Lê îtîraz li tweeta ku hevserê wê goştê beraz xwaribû nekir. Canan xanim êdî li Geziyê ne çalekvaneke, Serokê Şaxa CHPê ya Stenbolê ye. Tweetê wê ne tenê wê dê CHPê jî eleqedar bike. Ma dê bi wêneyê ku hevserê goştê beraz xwaribû dengan ji xelkê misilman ê tirk bixwaze. CHPê ji bo Stenbolê bi bijartina jinekê karekî baş kir, lê bi wan tweeta hilbijartinên Stenbolê bexşî Erdogan kir."

    Bi heman mijarî:

    HDP: Divê hemû jin xwedî li Kaftancioglu derkevin
    CHP: Em dê biçin faşîzma AKPê tune bikin
    CHP: Tirkiye wek ku komên cîhadîst diparêze tê nîşandan
    'Divê CHP, HDP û partiyên sosyalîst ên din tifaqekê çêbike'
    CHP: Heke ew tişt bibe em ê Tirkiyê ser û binî hev bikin
    CHP: Em ê di hilbijartinan de gelek dengên kurdan bistînin
    Etîketan:
    AKP, CHP, Canan Kaftancioglu, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de