18:25 20 Gulan 2018
    Cihê bûyerê - Polês - polîs

    Endamê meclisê yê AKPeyî mirî hat dîtin

    © REUTERS / Osman Orsal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Endamê AKPyî yê meclisa Şaredariya Serdivan a navçeya Geyveya Sakaryayê Mahmut Yilmaz li mal mirî hat dîtin.

    Li gor zanyariyên berdest, Mahmut Yilmaz li taxa Maksudiyê çû mala xwezûrê xwe. Yilmaz piştî demekê bêhereket ma û kesên malê xeber dane ambulans û hêzên ewlehî. Piştî kontrola tîmên tenduristî derket holê ku Yilmaz jiyana xwe ji dest daye.

    Cesedê Yilmaz piştî vekolîna dozger rakirin morga Nexweşxaneya Dewlet a Geyveyê.

    Hat ragihandin ku cesedê Yilmaz ji bo otopsiyê wê bişînin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerde ya Zanîngeha Sakaryayê. Piştî otopsiyê sedema mirina Yilmaz dê eşkere bibe.

    Bi heman mijarî:

    Helîkoptera leşkerî ket: 7 mirî
    Pira ku nû dihat çêkirin hilweşiya: 9 mirî û 8 birîndar
    Li Amedê şer: 2 mirî 2 jî birîndar
    Di navbera HSD û DAIŞê de şer: 17 mirî
    Li Silopiyê qeza: 9 mirî
    Li Belûcistanê êrîşa xwekujî: 6 mirî 17 birîndar
    Li Afrîkayê qezaya trênê: 12 mirî û bi sedan kes birîndar bûn
    Etîketan:
    endamê AKPeyî mirî hat dîtin, Mahmut Yilmaz, Geyve, Sakarya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de