19:06 25 Nîsan 2018
    Abdullah Gul

    Serokê Giştî: Îhtîmal heye Abdullah Gul bibe namzed

    © AFP 2018 / ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di axaftina xwe de ji bo namzediya serokomarê berê Abdullah Gul got: "Îhtîmal heye bibe namzed."

    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu li Şişliya Stenbolê bi çapemeniyê re civînek li dar xist. Karamollaoglu di civînê de li ser pirsa ‘gelo Abdullah Gul di hilbijartina 2019an de wê bibe namzed' got: "Abdullah Gul birayekî me bi qîmet e û tabîkî îhtîmala namzediya wî heye, lê hê zûye ku em bêjin namzede me ye. Lê Gul tam li gor van wesfan e."

    Temel Karamollaoglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Wek min got Abdullah Gul tam xwediyê van wesfan e. Li vir di xisûs hene, Gul dikare teşebus bike û bêje ‘ez dixwazim bibim namzed' û bi rastî divê bike jî. Ya duyemîn jî ji bo ku bikaribe were hilbijartin divê qenaeteke baş çêbibe. Eger ev pêk werin mimkin e. Hinek kesên din jî dibin. Ji derdorê çend navên din jî ji me re tê gotin."

    Bi heman mijarî:

    ‘Abdullah Gul dixwaze Erdogan bikeve û dor were wî’
    Çapemeniya Amerîkayê: Dibe Abdullah Gul bibe namzedê muxalefetê
    ‘Dîroka Gul ku dakeve sehayê diyar bû'
    Fehmi Koru: Dibên bila Gul nebe endam û vê eşkere bike
    ‘Erdogan li hemberî Gul şer îlan kir'
    Etîketan:
    Serokê Giştî yê Partiya Saadetê (SP), Abdullah Gul, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de